Efrîn: Çekdarekî Emşatê xaniyê Kurdekî bi 800 dolarî firot

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Kurd Çekdarên Emşatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê çekdarekî grûpa Emşat xaniyê welatiyekî Kurd bi 800 dolarî firot.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, çekdarekî grûpa Silêman Şahê ku wekî grûpa Emşatê jî tê naskirin li taxa Zêdiye ya Efrînê dest danîbû ser xaniyê welatiyekî Kurd.

Wî çekdarê Emşatê xaniyê welatiyê Kurd bi 800 dolarî firot.

Welatiyê Kurd ê ku çekdarê Emşatê xaniyê wî firot, ji gundê Elî Caro yê Efrînê ye.

Herwiha li gundê Kanî Korkê yê navçeya Cindirêsê çekdarên Emşatê 25 dar birrîne û wekî êzing li bazarê firotin.

Hefteya borî jî, li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê çekdarên grûpa Siltan Muradê ya ser bi Tirkiyeyê ve 100 darzeytûnên Nûrî Cebir û 15 welatiyên din birî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst