Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, traktoreke ku karkerên çandiniyê vediguhastin wergeriya.
Di encama qezayê de 12 karker birîndar bûn ku rewşa hinek ji wan giran e.
Bûyer îro li gundê Şilerûtê yê ser bi navenda Şirnexê ve qewimî.
"Ji rê derket û wergeriya"
Traktora ku karker tê de bûn, ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme demildest çûn cihê qezayê.
"Rewşa 5 kesan giran e"
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleyên destpêkê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat ragihandin ku rewşa 5 karkeran giran e û metirsiya li ser jiyana wan heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse