EFRÎN - Erebên hawirde Kurdek birîndar kir, birînên wî giran in

22-01-2024
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Erebên Hawirde Omer Sadiq Elo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Berkaşê yê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Erebên hawirde welatiyekî Kurd ê 57 salî bi giranî birîndar kir.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku Erebekî hawirdê yê bi navê Xidir û kurê xwe êrişî welatiyê Kurd ê bi navê Omer Sadiq Eloyê 57 salî kir.

Şêxo da zanîn ku Erebên hawirde pezê xwe berdabû nav zeviya zeytûnên welatiyê Kurd Omer Sadiq Elo û dema wî hewl dabû rêgiriyê li wan bike, Erebên hawirde bi çekê êrişî Sadiq kiriye û ew bi giranî birîndar kiriye.

Herwiha Mistefa Şêxo got “Ev çaremîn car e ku ew welatiyê Kurd Omer Sadiq Elo rastî êrişa Erebên hawirde tê û niha li nexweşxaneya leşkerî tê dermankirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst