Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyeyê civiya.
Piştî civîna vekirî, biryar e civîneke girtî jî li ser heman mijarê were kirin.
Nûnerên welatên zilhêz di civînê de helwestên xwe yên li ser guherînên dawî yên li Sûriyeyê anîn zimên.
Rûsya: Pêwîst e rêz li Kurd, Elewî û Durziyan were girtin
Nûnerê Rûsyayê yê Konseya Ewlehiyê Vassily Nebenzia ragihand, pêwîst e rêz li Kurd, Elewî û Durziyan were girtin.
Vassily Nebenzia xwest ku alî dan û standinan bidomînin û xwe ji rûbirûbûnê dûr bixin ku dibe sedema zêdebûna rageşiya leşkerî û ji kontrolê derkeve.
Nûnerê Rûsyayê got: "Ji bo ku aramî li Sûriyeyê serdest bibe, pêwîst e bêtir guftûgo û dan û standin hebin."
Di berdewamiya axaftina xwe de Nûnerê Rûsyayê bal kişand ser girîngiya biryarnameya Serokê Sûriyeyê ya ji bo naskirina fermî ya mafên Kurdan û ew wekî pêngaveke girîng a ji bo vegerandina baweriyê di vê dema dijwar de pênase kir.
Di heman demê de li ser metirsiya DAIŞiyên di girtîgeh û kampan de hişyarî da û got:
"Girtîgehên di bin kontrola HSDyê de di bin metirsiyê de ne ku gelek terorîst tê de bûn, hinek reviyane û hinek hatine girtin."
Vassily Nebenzia got, "Nabe ku gefa ewlehiyê careke din serî hilde ku ne tenê li ser Sûriyeyê ye, li ser hemû herêmê ye" û hêvî kir ku hikûmeta Sûriyeyê hemû DAIŞiyên reviyayî bigire.
"Divê welat rêzê li serweriya Sûriyeyê bigirin"
Nûnerê Rûsyayê tekez kir ku tevlîhevkirina hêzan mijareke berdewam e û pêdiviya wê bi çareseriyê heye.
Vassily Nebenzia amaje pê kir ku hikûmeta Sûriyeyê daxwaza civîn û guftûgoyê ji HSDyê kiriye.
Ji aliyê din ve behsa wê yekê kir ku Îsraîl êrişên xwe yên li ser Golanê didomîne û xwest hemû welat bi awayekî berpirsyar tevbigerin û rêzê li serweriya welatên Ereb bigirin.
"Di vê zivistanê de jin û zarok pêxwas koçber bûne"
Derbarê rewşa mirovî de, Nûnerê Rûsyayê da zanîn ku li gorî raporan, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jin û zarok di vê zivistana dijwar de pêxwas û bê cil û berg koçber bûne û kon û sitargehên wan nînin.
Vassily Nebenzia got, "Alîkarî sînordar in û em ji ber van tiştan hejiyan, bi taybetî li ser sînorê Reqayê av nîne ku ev qeyraneke mezin a mirovî ye."
Wî daxwaz kir ku rêxistinên mirovî di zûtirîn dem de alîkariyê bigihînin xelkê mexdûr.
Her wiha da zanîn ku tiştên hatine serê Durziyan û paşê li Helebê û niha jî li Reqayê, nîşaneya bêîstîqrariya Sûriyeyê ne û bang li cîranên Sûriyeyê kir ku ji bo çareseriyê guftûgoyan bikin.
Amerîka: Em piştgiriya rêkeftina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer dikin
Nûnerê Amerîkayê Mike Waltz ragihand ku welatê wî dixwaze aramiyê li Sûriyeyê vegerîne.
Mike Waltz behs kir ku Amerîkayê ji zû ve piştgiriya têkbirina DAIŞê kiriye, bi taybetî bi HSDyê re ku qurbaniyên zêde dane.
Mike Waltz diyar kir, "Niha rewş guheriye û hikûmeta Sûriyeyê ji sala 2025an ve bi xwe beşdarî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bûye da ku di şerê terorê de alîkariya Amerîkayê bike."
Nûnerê Amerîkayê got, "Şam niha dikare berpirsyariyê bigire ser xwe, bi taybetî berpirsyariya wan kampên ku DAIŞî tê de ne.
Mike Waltz got, "Em bi HSD û Şamê re kar dikin da ku em bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî bi rûmet tevlî Sûriyeyê bikin."
Her wiha spasiya ragihandina agirbesta çar rojî kir da ku her du alî li ser hûrgiliyan bixebitin, bi taybetî li ser wê rêkeftina ku Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer kirine.
"Em piştgiriya biryarnameya Şer dikin"
Amerîkayê tekez kir ku ew piştgiriya danpêdana Serok Şer a bi mafê ziman û çanda Kurdî dikin da ku mafên Kurdan di dewleta Sûriyeyê de parastî bin.
Her wiha bangî hevparên navneteweyî kir ku piştgiriya Sûriyeyeke aram bikin ku derfet ji bo hemûyan hebe û hêvî kir ku nûnerê taybet ducare ofîsa xwe li Şamê veke ji bo alîkariya xelkê.
Brîtanya: Rewşa mirovî gelekî dijwar e
Nûnerê Brîtanyayê James Kariuki nîgeraniya welatê xwe ya li ser rageşiya leşkerî ya li Sûriyeyê anî zimên û xwest ku alî pabendî agirbestê bin û alîkariya koçberan were kirin.
Her wiha ragihand ku ew ji revîna DAIŞiyan a ji girtîgehan şok bûne û xwest ku girtîgeh bên parastin.
James Kariuki amaje pê kir ku şer rewşa mirovî girantir kiriye, bi dehan hezar kes koçber bûne û av, elektrîk û înterneta wan qut bûye.
James Kariuki tekez kir ku xelkê Sûriyeyê heqê aramiyê heye û divê mafên hemû pêkhateyan parastî bin.
Fransa: Em pêşwaziya tevlîkirina HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê dikin
Nûnerê Fransayê Jerome Bonnafont pêşwazî li agirbesta di navbera Şer û Mezlûm Ebdî de kir û xwest ku alî rûnin û tevlîkirina HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê gotûbêj bikin.
Jerome Bonnafont tekez kir ku divê mafên Kurdên sivîl parastî bin û şer nemîne.
Fransayê piştgiriya xwe ji bo veguhastina desthilatê anî zimên û nîgeraniya xwe ji revîna DAIŞiyan nîşan da.
Her wiha biryarnameya Serokê Sûriyeyê ya ji bo mafên Kurdan wekî "arasteyeke rast û durist" bi nav kir û xwest ku ew kesên beşdarî komkujiya Siwêda û deverên peravê bûne bên sizadan.
Çîn: Em daxwaza parastina serweriya Sûriyeyê dikin
Nûnerê Çînê Fu Congd estxweşî li hewlên aştiyê kir û daxwaza pabendbûna bi agirbestê kir.
Fu Congd nîgeraniya xwe li ser revîna DAIŞiyan li sînorê Hesekê û çêbûna qeyrana mirovî û birçîbûna bi milyonan kesan anî zimên.
Fu Congd Daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku di vê zivistanê de alîkariya mexdûran bikin û piştgiriya welatê xwe jî ji bo serxwebûn û serweriya Sûriyeyê ducare kir.
Panama: Divê Kurd di hikûmetê de bên temsîlkirin
Nûnerê Panamayê Eloy Alfaro de Alba ragihand ku piştî 14 salan şer, hê jî xelk li ber xwe didin lê şerê bakur ê di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de bi dehan hezar kes koçber kirine.
Eloy Alfaro de Alba xwest ku Sûriye rûpeleke nû veke û rê bide Kurdan ku nûnerên wan di hikûmetê de hebin.
Alba her wiha piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê anî zimên û xwest artêşa Sûriyeyê rêzê li hemû aliyan bigire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse