Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha ragihand ku malbata Kurd a ku ji aliyê Artêşa Îraqê ve ji mala xwe hatibû derxistin vegeriyaye mala xwe û artêş dê bi temamî ji Taxa Newrozê vekişe.
Hêzên Artêşa Îraqê, îro li Kerkûkê bi ser maleke Taxa Newrozê de girt û malbat ji mala wê derxist.
Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha ji bo çareserkirina pirsgirêkê çû Taxa Newrozê.
Rêbiwar Taha di civîna çapemeniyê de axivî û got:
"Di dema birêvebiriya berê de 5 malbat ji malên xwe hatibûn derxistin û Artêşa Îraqê ketibû şûna wan.
Niha jî ev çend roj in çavê hejmarek efserên artêşê li van xaniyan e û malbatek derxistine."
"Mifteya xênî di destê wan de ye"
Parêzgarê Kerkûkê diyar kir ku wan pirsgirêk çareser kiriye û anî zimên:
"Ez niha hatim vê derê, min malbat vegerand mala wan û mifteya xênî di destê wan de ye."
Rêbiwar Taha da zanîn ku lihevkirin hatiye kirin da ku Artêşa Îraqê hemû xaniyan vala bike û bi temamî ji Taxa Newrozê vekişe.
Wî diyar kir ku xelk dê vegere malên xwe û got:
"Tenê pirsgirêka du xaniyan dimîne, ez wekî parêzgar wê jî çareser dikim."
"Em dê komîteya lêpirsînê ava bikin"
Xaniyên mijara gotinê yên dewletê ne û tapoya wan nîne lê piştî sala 2003yan xelk tê de bi cih bûne.
Parêzgarê Kerkûkê li ser statuya xaniyan jî wiha got:
"Em dê wisa tevbigerin ku wekî milkê wan bi xwe bin.
Her efserê ku tevgera xerab li hemberî xelkê kiribe, dê ji bo wî komîteya lêpirsînê were avakirin."
Lihevkirina bi Serokerkanê Artêşê re
Rêbiwar Taha da zanîn ku wî bi Serokerkanê Artêşa Îraqê re pêwendî daniye û wan li hev kiriye.
Li gorî vê lihevkirinê, birêvebirina xaniyan dê di destê Dîwana Parêzgariyê de be, xwediyên xaniyan dê vegerin malên xwe û ti hêza artêşê li Taxa Newrozê namîne.
Artêşa Îraqê xaniyên li wê taxê wekî milkê xwe dibîne lê beriya niha Kurd li wan xaniyan dijiyan.
Pirsgirêka di navbera niştecihên wan xaniyan û artêşê de li dadgehê ye û hîn jî bi encam bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse