Parêzgarê nû yê Hisîçayê: Ev destkeftî berhema têkoşîna salan e

26 xulek berê
RÛDAW
Parêzgarê Kurd Nûredîn Îsa Ehmed / Wêne: Rûdaw
Parêzgarê Kurd Nûredîn Îsa Ehmed / Wêne: Rûdaw
Nîşan Nûredîn Îsa Ehmed Hisîça Kurd Parêzgar Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lihevkirina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, Nûredîn Îsa Ehmed wekî Parêzgarê Hisîçayê hatibû tayînkirin.

Ehmed bi merasîmeke fermî dest bi erkê xwe kir û di daxuyaniya xwe ya ewil de tekezî li ser yekîtî, bihevrejiyan û xizmetê kir.

Parêzgarê nû yê Kurd ê Hisîçayê Nûredîn Îsa Ehmed, îro li deriyê bajêr bi merasîmeke girseyî ya ku xelk û rîspî beşdar bûn hat pêşwazîkirin.

Nûredîn Ehmed piştî ku erkê xwe wergirt derket pêşberî kamerayan û tayînkirina xwe wekî "destkeftiyeke dîrokî" pênase kir.

Parêzgar Nûredîn Ehmed bersiva pirsa Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê da û diyar kir ku ev erk encama têkoşînekê ye û got:

"Em îro vê kêliya dîrokî bi hemû gelê xwe, malbatên şehîdan û hevalên xwe yên birîndar re dijîn.

Ev destkeftî berhema ezm û fedakariya bi salan a gelê me ye ku welatê xwe parastiye.

Em vê destkeftiyê diyarî hemû nirxên xwe dikin ku rûmeta me ne."

Tekezî li ser pirrengiyê

Nûredîn Ehmed bal kişand ser pêkhateya mozaîk a Hisîçayê û peyama wê yekê da ku ew dê di rêvebiriyê de hemûyan bigirin nav xwe.

Ehmed got, "Li vê derê tenê Kurd nînin. Em bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryanî û Xirîstiyan re 14 sal in van êşan û vê dozê parve dikin.

Em kêfxweşiya gelê xwe ya ji vê pêngava nû dibînin. Em hêvî dikin ku ev lihevkirin ne tenê ji bo Hisîçayê, ji bo hemû Sûriyeyê bibe wesîleya paşerojeke aştî û aramiyê."

"Birêvebiriyeke xizmetguzar"

Parêzgar Nûredîn Ehmed bersiva pirsa rojnamegeran a derbarê destpêkirina xizmetguzariyan da û diyar kir ku pêşîniya wan hêsankirina jiyana rojane ya gel e.

Nûredîn Ehmed wiha axivî, "Em dê di çarçoveya lihevkirina diyarkirî de roj bi roj pêngavên xwe biavêjin.

Em dê di demeke herî kurt de saziyên xwe yên kamûyê çalaktir bikin û dest bi pêşkêşkirina xizmetên ku gelê me hewceyî wan e bikin.

Bila şika ti kesî tunebe; saziyên me dê di xizmeta gelê me de bin."

"Em ji bo Sûriyeyê bi hêvî ne"

Nûredîn Îsa Ehmed tekez kir ku erka wî ji aliyê birêvebiriya Şamê ve jî bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin.

Ehmed behsa rewşa giştî ya Sûriyeyê jî kir û anî zimên ku ji Kobaniyê heta Şamê hemû gel li benda aştî û aramiyê ye.

Ehmed di dawiyê de got, "Gelê me dixwaze van rojên zehmet li pey xwe bihêle.

Em dê bi hêza xwe ya leşkerî û piştevaniya gelê xwe vê hêviyê mezin bikin.

Em dê ti carî ji vê meşa pîroz û doza gelê xwe gav paş ve neavêjin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst