Ronaldo bersiv da Trump

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Cristiano Ronaldo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kaptanê tîma Nasrê, stêrkê Portugalî Cristiano Ronaldo bi awayekî nerasterast bersiva Serokê Amerîkayê Donald Trump da û dûpat kir ku ew dê sezona bê jî li lîga Erebistana Siûdî bimîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di vîdeoyekê de peyamek ji Ronaldo re şandibû û jê xwestibû ku biçe lîga Amerîkayê.

Trump gotibû, "Cristiano, tu lîstikvanê herî baş ê hemû serdeman î, li Amerîkayê pêwîstiya me bi te heye, karê xwe berdewam bike, pêwîstiya me bi lez bi te heye."

Bersiva Ronaldo

Wan gotinên Serokê Amerîkayê bûn sedema nîqaşên zêde û wekî ku Trump dixwaze Ronaldo bibe Amerîkayê hatin şîrovekirin.

Lê belê Ronaldo di daxuyaniyekê de bi awayekî nerasterast bersiva Trump da û dawî li wan nîqaşan anî ku li ser berdewambûna wî ya li lîga Siûdiyê di sezona bê de derketibûn.

Ev yek bi taybetî piştî wê aloziyê bû ku di dema borî de bi berpirsên lîgê re jê re çêbûbû.

Beriya niha Ronaldo beşdarî hinek lîstikên Nasrê nebûbû, ev jî ji ber nerazîbûna wî ya li hemberî siyaseta xerckirinê di bazara veguhastina zivistanê ya borî de û wergirtina piştgiriyeke darayî ya zêdetir ji aliyê tîma hevrik Al-Hilalê ve bû.

Vê yekê gotegotên çûyîna wî di dawiya sezonê de zêde kiribûn.

Lê belê Ronaldo di daxuyaniyekê de ji bo medyaya Siûdiyê got:

"Wekî ku min gelek caran gotiye, ez ser bi Şahnişîna Siûdiyê me, ew welat e ku bi awayekî her baş pêşwazî min, malbata min û hevalên min kiriye.

Ez li vir kêfxweş im û hêvîdar im li vir berdewam bim."

Serkeftina Nasrê û Gihîştina Pêşengiyê

Stêrkê Portugalî Ronaldo li ser wê serkeftina Nasrê ya li hemberî tîma Hazmê ku 4-0 bi ser ketibû axivî.

Di wê maçê de wî du gol tomar kirin û tîma xwe gihand pêşengiya lîgê.

Ronaldo di wê derbarê de got, "Me gelekî baş dest bi lîstikê kir û çendîn derfetên mezin afirandin.

Bi baweriya min, diviyabû me zêdetir gol tomar bikira."

Wî her wiha got, "Lê tiştê herî girîng ew e ku me qezenc kir û careke din gol li me nehatin tomarkirin.

Ez gelekî kêfxweş im bi serkeftinê û bi wan golên ku min tomar kirin."

Wî destnîşan kir, "Girîng e em pêşketinê berdewam bikin, niha em li pêş in û tiştê pêwîst bû me kir.

Me qezenc kir û zext xist ser Al-Hilalê. Ka em bibînin di dawiya sezonê de dê çi rû bide."

Di dawiyê de Ronaldo got, "Em li ser rêyeke rast in, em vegeriyan û asta me baş bûye.

Baweriya me bi me heye û em di rewşeke baş de ne. Ka em lîstik bi lîstik gavan biavêjin û bibînin di dawiyê de dê çi bibe."

Tîma Nasrê piştî serkeftina xwe ya li hemberî Hazmê gihişt pêşengiya lîga Siûdiyê û xalên wê bûn 55, bi ferqa xalekê li pêşiya tîma Al-Hilalê ye.

Al-Hilal piştî ku bi Al-Ittihadê re 1-1 wekhev ma, daket rêza duyem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst