Serokwezîr Barzanî ligel Wezîrê Aboriya Almanyayê civiya

22-04-2018
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Almanya Gerd Muller
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Almaniya tekez dike ku dê li ser  alîkariyên mirovî û leşkerî ji bo herêma Kurdistanê berdewam be.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Alîkariyên Aborî û Geşepêdana Almanyayê Gerd Muller û hijmarek ji parlementerên Almanya li Hewlêrê civiyan.

 

Li gorî daxuyaniya hikumeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Alîkariyên Aborî û Geşepêdana Almanyayê Gerd Muller ragihandiye: “Ew dê alîkariyên leşkerî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin.”

 

Gerd Muller pesna rola pêşmerge û xelkê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û parastina pêkhateyan de da, û rola Serokwezîrê Kurdistanê di asayîkirina pêwenduyên Hewlêr û Bexda de bilind nirxand.

 

Muller herwiha destnîşan kir ku ew girîngiyê bi peywenidyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almayayê de didin û got ew hêvî dikin ku di warê aborî û çend aliyên de peywendiyên dualî bihêztir bibin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya alîkariya Almaniya ji bo Pêşmerge kir, û tekezî li ser berdewambûna hevehengiya di navbera herdû aliyan de kiriye.

 

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser peywendiyên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de û şanda mêvan ser mijara hilbijartinên parlamentoya Iraqê agahdar kiriye.

 

Serokwezîr Barzanî tekez kiriye ku derfetên Herêma Kurdistanê veberhênanê baş e, û şirketên bixwazin li Kurdistanê veberhênanê bikin dê ji wan re hêsankariyê bikin.

 

Herwiha di hevdîtinê de rewşa koçberên Êzdî û Mesîhî jî hate gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst