Piştî pêwendiya bi Nêçîrvan Barzanî re Almanyayê bang kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serap Guler Kurd Rojavayê Kurdistanê Sûriye Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Dewletê ya Karên Derve ya Almanyayê Serap Gulerê piştî pêwendiyeke telefonî ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, daxwaz kir ku di navbera Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji bo rêgirtina li tundiya zêdetir, demildest dan û standin dest pê bikin.

Serap Guler roja çarşemê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir

Gulerê got, "Sûriye di qonaxeke hestiyar de ye ku ji bo paşeroja vê civaka pirreng girîng e.

Divê dan û standinên di navbera Şam û HSDyê de bigihîjin çareseriyeke aştiyane ji bo rewşa heyî."

Wezîra Alman tekezî kir ku tenê çareseriyeke siyasî dikare hevsengî û aştiyeke demdirêj ji bo Sûriye û herêmê misoger bike.

Agirbesteke lerzok

Ev daxwaz di demekê de tê ku agirbesteke lerzok di meriyetê de ye, piştî ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer di 18ê Kanûna Paşîn a 2026an de bi awayekî yekalî peymaneke agirbestê ya ji 14 xalan pêk tê li gel HSDyê ragihand.

Ev yek piştî şerekî dijwar hat ku tê de hêzên hikûmetê karîn kontrola navçeyên sereke yên wekî Reqa û Dêrezorê ji destê HSDyê derxînin.

Armanca agirbestê rawestandina pêşketinan û tevlîkirina hêz û saziyên di bin desthilata HSDyê de bi saziyên hikûmeta Şamê re ye.

Lê her du alî hevdu bi binpêkirinê tometbar dikin.

Di 20 û 21ê Kanûna Paşîn de li hinek deverên parêzgeha Hesekê şerê demkî berdewam kir, lê dirêjkirina çar rojên din a agirbestê ku ji aliyê Şamê ve hatibû ragihandin, heta 22yê Kanûna Paşîn bi piranî hat bicihanîn.

Rola Amerîkayê û guherîn

Roja pêncşemê, Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed re civiya û daxwaz jê kir ku pabendî agirbestê bin.

Barrack piştgiriya Washingtonê ji bo çarçoveya 18ê Kanûna Paşîn dubare kir ku armanca wê yekxistina Sûriyeyê di bin sîwana hikûmeta demkî ya Ehmed Şer de ye.

Ev guherîn nêzîkbûneke zêdetir a Amerîkayê ji Şamê re nîşan dide, ji dema ku rêveberiya Donald Trump dest bi kar kiriye.

Barrack bi eşkereyî ragihandiye ku piştevaniya Amerîkayê ya ji bo HSDyê wekî berê nemaye, piştî ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê tevlî hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê bû.

Tevî ku berê HSD hevkarê sereke yê Washingtonê bû di şerê li dijî wê rêxistina tundrew de.

Sedema aloziyan

Alozî piştî çend mehan ji rawestana danûstandinên derbarê bicihanîna peymana Adara 2025an a ji bo tevlîkirina HSDyê bi saziyên hikûmeta Sûriyeyê re, derketin.

Şam HSDyê bi wê yekê tometbar dike ku bi hincetên cuda demê dikuje, di heman demê de serkirdeyên Kurd derbarê mafên pêkhateyan, xwerêveberiya xwecihî û metirsiya ji nû ve derketina bêaramiyê de nîgeran in heke neçarî tawîzan bibin.

Rewşa li herêmên Rêveberiya Xweser hîn jî ne aram e û tirs heye li ser çarenivîsa bi hezaran gumanbarên DAIŞê yên ku di girtîgeh û kampên di bin desthilata HSDyê de bûn, her wiha îhtimala belavbûna aloziyan ji bo welatên cîran heye.

Helwesta Guler nîşana rola dîplomatîk a çalak a Almanyayê di qonaxa piştî Esed de ye, ku di berdewamiya hewlên dawî yên wî welatî de tê, di nav de civînên bi berpirsên Sûriyeyê re li korbendên navneteweyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst