Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Almanyayê yê Îraqê Daniel Krebber got, “Em dixwazin pêwendiyên aborî bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Almanyayê yê Îraqê Daniel Krebber û şandeya pê re pêşwazî kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de pîrozbahî li balyozê nû kir û piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî anî ziman.
Nêçîrvan Barzanî her wiha spasiya piştgirî û hevkariyên Almanyayê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
"Daxwaza pêşxistina peywendiyên aborî"
Ji aliyê din ve, Daniel Krebber jî spasiya piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê kir û daxwaza welatê xwe ya ji bo bipêşxistina zêdetir a pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş a bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê aborî de, ducare kir.
Hilbijartinên Meclisa Nûneran hatin nirxandin
Her wiha her du aliyan amadehiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên ji bo hilbijartinên meha bê yên Meclisa Nûneran a Îraqê nirxandin.
Derbarê rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û rûdanên herêmê jî gotûbêj hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse