Rojnamegeriya Kurdî 126 salî ye

22-04-2024
RÛDAW
Nîşan Rojnameya Kurdistanê Rojnamegeriya Kurdî Miqdad Mîthed Bedirxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye.

Sala 1898an, wate 126 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê derxist.

Îro hevdem li gel derketina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ku 126 sal di ser wê rojê re derbas bûn, 26 sal jî di ser damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê re derbas dibin.

22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, ji ber ku “Rojnameya Kurdistan”ê rojeke wekî îro dest bi weşanê kir.

126 sal berê ango sala 1898an Miqdad Mîdhed Bedirxan cara yekemîn li Qahîreya paytexta Misirê rojnameyeke Kurdî ya bi navê “Kurdistan” derxist.

Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmar çap kirin.

Miqdad Mîdhed Bedirxan 5 hejmarên pêşî derxistin lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî, Miqdad Mîdhed Bedirxan nekarî rojnameyê berdewam bike.

Ji ber wê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir.

Hejmarên yekemîn heta 5emîn li Qahîreyê, 6emîn heta 19emîn li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê, 20emîn heta 23yemîn careke din li Qahîreyê, hejmara 24ê li Londonê, ji 25an heta 29an li Îngilistanê û hejmarên 30 û 31ê jî dîsa li Cinêvê hatin çapkirin û weşandin.

Piştî rojnameya Kurdistan bi rêzê rojnameyên Şerq û Kurdistan, Amîd-î Sevda, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û Kovara Jîn û herwiha rojnameyên bi navê "Kurdistan" û "Jîn"ê hatine çapkirin.

75 salan piştî derketina rojnameya Kurdistanê, sal 1973yan li Başûrê Kurdistanê, 22yê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran rojname û kovarên Kurdî derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst