Li Hewlêrê kesekî bavê xwe kuşt û birayê xwe birîndar kir

1 demjimêr berê
Nîşan Hewlêr Bav Bira Kuştin Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Hewlêrê ragihand ku îro berê sibehê kesekî bav û birayê xwe dane ber guleyan û bavê wî miriye, birayê wî jî birîndar bûye.

Di daxuyaniya polîs a ku îro hat belavkirin de hat gotin: "Saet 01:30ê berê sibehê em ji bûyereke kuştinê ya li Bineslaweyê hatin agahdarkirin. Tîmên me yekser gihiştin cihê bûyerê.

Di encama lêkolînên destpêkê de derket holê ku tohmetbarê bi navê (M.) ji ber pirsgirêkeke malbatî bavê xwe yê bi navê Sefîr Murad Sabir daye ber guleyan û bavê wî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye."

Tohmetbar hat girtin

Li gorî agahiyên polîsê Hewlêrê, heman tohmetbarî gule li birayê xwe yê bi navê Mîran Sefîr Murad jî reşandine û ew birîndar kiriye.

Polîsê Hewlêrê li ser çarenivîsa tohmetbar ragihand, "Tohmetbar di demeke gelekî kurt de hat girtin."

Polîsê Hewlêrê li ser bûyerê dosyaya lêkolînê vekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst