Çîrokeke biêş a evînê: Çû xwazgîniyê lê hat kuştin

10-05-2024
Karzan Kerîm / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Karzan Kerîm / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Kuştin Xwazgînî Karzan Kerîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê evîndar ê ji Mexmûrê çar caran çû xwazgîniya hezkiriya xwe lê cara dawiyê ji aliyê xizmên wê ve bi xiyanetê hat kuştin.

Karzan Kerîm 20 salî bû, piştî ku bavê wî çûbû ser dilovaniya xwe barê malê ketibû stûyê wî.

Çavên du xwişkên wî û birayê wî li destên Karzan bû.

Karzan di nava barê giran ê debarê û zehmetiyên jiyanê de ketibû ber pêlên evîneke dijwar jî.

Karzan ji bo bigihe meqsed û miradê dilê xwe çar caran çû Hewlêrê xwazgîniya keçika ku jê hez dikir.

Malbata keçikê her çar caran jî ew nedaye Karzanê evîndar.

Piştî wê, xizmên keçikê telefonî Karzan dikin û dibêjin were Hewlêrê em dê mehra we bibirin.

Karzan 7ê vê mehê berê xwe dide Hewlêrê da ku bigihe miradê xwe lê li nêzîkî Zanîngeha Cîhanê ji aliyê sê kesan ve tê kuştin.

“Mala me jî wêran bû ya wan jî”

Xalo Reş xalê Karzan e, Xalo Reş diyar kir ku mala hemûyan kavil bûye û got:

“Heke wan keçik bida ev mesele çênedibû. Mala me jî wêran bû ya wan jî.”

Semîre Saliha dayîka Karzan jî diyar kir ku birayên keçikê karmendên saziyên ewlehiyê ne û wan berê jî Karzan bi kuştinê tehdîd kiriye.

“Me tiştek nekiribû”

Dayîka dilbixem wiha behsa meseleyê kir:

“Wan digot, ‘Em ji hikûmetê ne, 7 birayên me hene û em Pêşmerge ne, em dê wî bikujin.’

Em doza mafê xwe dikin, me tiştek nekiribû.

Hevjînê min rehmet kiriye, ez serê kurê xwe bûn. Wan ev bobelat bi serê me de anî.”

Apê Karzan jî diyar kir ku wan bi telefonê gazî Karzan kiriye û gotiye ku malbat qayîl bûye keça xwe bide.

Karzan piştî telefonê çûye Hewlêrê mala metika xwe, bi şevê li wê derê maye.

Serê sibeha roja sêşemê (7ê Gulanê) ji malê derketiye lê ji dêlva xebera miradê wî ve xebera kuştina wî çûye ji malbata wî re.

Li hêla din, Asayîşa Hewlêrê doh ragihand ku du tohmetbarên vê bûyerê hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst