MEHABAD - Ji bo ku hevalê xwe rizgar bike xwe avêt avê lê ew jî xeniqî

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mehabad Bendav Xeniqîn Ciwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Parastina Sivîlan ê Mehabadê diyar kir ku 2 ciwan ketine Bendava Mehabadê û xeniqîne.

Termên her du ciwanan ji bendavê hatin derxistin û ew veguhastin Saziya Tiba Dadî ya Mehabadê.

Li gorî agahiyan, bûyer derdora saet 20:00ê şeva pêncşemê qewimiye.

Alîkarê Birêvebirê Parastina Sivîlan ê bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Serdar Fedakar ragihand ku piştî agahdarkirinê wan tîmek şandiye cihê bûyerê.

Yekî xwestiye yê din rizgar bike

Serdar Fedakar li ser bûyerê got:

"Li gorî gotina şahidan, yek ji wan kesan ketiye bendavê û yê din jî ji bo rizgarkirina wî xwe avêtiye nav avê lê mixabin her du jî xeniqîne."

Serdar Fedakar nasnameya wan her du kesan eşkere kir û anî ziman ku Zanko Qadirzadeyê 37 salî û Mihemed Kerîmiyanê 18 salî canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan, doh termê Mihemed Kerîmiyan ji aliyê tîmên Parastina Sivîlan û tîmên bin avê yên Mehabadê ve hatiye derxistin.

Lê belê hewldanên ji bo dîtina termê Zanko Qadirzade bêencam mabûn.

Îro ducare dest bi xebatên lêgerîna termê Zanko Qadirzade hat kirin û piştî hewldaneke zêde termê wî jî hat dîtin û ji avê hat derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst