Li Rihayê parsekek hat desteserkirin: 117 hezar lîre pê re bûn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Riha Parsek Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di lêgerîna tîmên zabiteyan de, li ser parsekekî re 117 hezar lîreyên Tirkî hatin dîtin.

Tîmên Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji bo desteserkirina kesên ku li bajêr parsekiyê dikin dest bi xebatan kir.

Di vê çarçoveyê de, li ser giliyekî hat tesbîtkirin ku kesê bi navê E.K. li Otogara Rihayê parsekiyê dike.

Tîmên zabiteyan E.K. bir Serokatiya Daîreya Zabiteyan û di lêgerîna li ser wî de bi giştî 117 hezar û 661 lîreyên Tirkî hatin dîtin.

Zabiteyan dest danî ser pereyan û li ser bûyerê zabitname hat girtin.

Hat diyarkirin ku dê tîmên zabiteyan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê kontrolên xwe yên li hemberî kesên ku hestên welatiyan îstismar dikin bidomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst