Silêmanî - Li Şarbajêrê dronek ket

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Dron Şarbajêr Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dronek li gundekî sînorî yê qezaya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê ket xwarê.

Qaymeqamê qezaya Şarbajêrê Ferhad Salih  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got,"Dron îro li goristana gundê Bêwrê ketiye xwarê. Dron bûye çend perçe lê neteqiya ye.

Qaymeqamê Şarbajêrê Ferhad Salih eşkere kir ku ji ber ketina dronê ti ziyaneke maddî û canî çênebûye.

Di şerê navbera Îran û Îsraîlê de ku ev 10 roj in berdewam e, gelek dron û bermahiyên mûşekan li ser sînorê Herêma Kurdistanê ketine xwarê.

Ferhad Salih da zanîn ku em nizanin drone ya ku derê ye û ji kîjan welatî hatiye.

Doh jî du dronên din li ser sînorê Silêmanî û Hewlêrê ketin xwarê lê ti ziyanên canî çênebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst