Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka, Brîtanya û UNAMIyê derbarê bûyerên li Silêmaniyê dilgiraniya xwe nîşan da.
Berdevkekî li ser navê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji Rûdawê re ragihand ku ew ji nêzîk ve çavdêriya rûdanên Silêmaniyê dikin û daxwaz ji aliyan kir ku xwe ragirin.
Wî berdevkî li ser navê Balyozxaneya Amerîkayê, li ser rûdanên Silêmaniyê bersiva maîla Berpirsê Beşa Dîska Îngilîzî ya Rûdawê Karwan Dirî da û ragihand, "Em ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Silêmaniyê dikin."
Wî her wiha ragihand ku ew li dijî her tundiyekê ne ku bibe gef li ser selametiya giştî û aramiyê û got:
"Em bi awayekî cidî hemû aliyan han didin ku xwe ragirin."
Îro hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê li taxa Serçinarê bi ser Otela Lalezarê de girt ku cihê mana Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî bû.
Hêzên ewlehiyê piştî 3 saetan ji pevçûnan, otel xist bin kontrola xwe û Lahûr Şêx Cengî û du birayên wî desteser kirin.
3 kesan canê xwe ji dest da
Li gorî daxuyaniyeke Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê, di pevçûnê de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 19 kesên din jî birîndar bûne.
Li aliyê din, Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê (UNAMI) jî li ser rûdanên Silêmaniyê dilgiraniya xwe anî ziman û heman daxwaza Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê kir.
UNAMIyê got, "Em ji ber kuştî û birîndarên di pevçûnan de xemgîn in û ji rûdanên li Silêmaniyê dilgiran in."
UNAMIyê her wiha daxwaz ji hemû aliyan kir ku xwe ragirin û got:
"Xwe ji her karekî ku jiyana xelkê sivîl dixe metirsiyê dûr bigirin. Bila pêvajoyeke dadwerî û bêalî li gorî bendên destûrê were dayîn."
“Em ji ber kuştiyên dilgiran in”
Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlêrê jî li ser pêşhatên Silêmaniyê bi rêya mailekê pirsên edîtorê Servîsa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa bersivandin.
Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlêrê di bersiva xwe de wiha got:
“Em ji ber sivîlên ku di rûdanên şeva borî yên li Silêmaniyê de canê xwe ji dest daye dilgiran in.
Em piştevaniya malbatên kuştî û birîndaran dikin.
Brîtanya bangî rayedarên pêwendîdar dike ku li gorî serweriya qanûnê tevbigerin û pêvajoyeke dadwerî ya şefaf û bêalî bimeşînin.
Em dê şopandina rewşê ji nêzîk ve bidomînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse