Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê spasiya Hikûmeta Kurdistanê kiriye û di tweetekê de ragihandiye ku "Berê qaçaxçiyan wisa dizanî ku destê me nagihîje wan lê spas ji karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê re ku kirine ku êdî wisa nebe."
Hefteya borî di operasyoneke hevbeş a hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û Brîtanyayê de li bajarê Silêmaniyê 3 kes bi tawana qaçaxçîtiya koçberan hatibûn desteserkirin.
Hefteya borî Serokwezîrê Îraqê li Brîtanyayê bû. Hikûmeta Brîtanyayê bi awayekî fermî ragihand ku armanca serdanê xurtkirina têkiliyên aborî ye.
Hevdem jî eşkere kir ku dê dest bi gotûbêjan bikin li ser rêkeftinekê ji bo vegerandina koçberan û rêlibergirtina koça neyasayî.
Gelek ji wan kesên ku li Brîtanyayê dijîn ji vê nûçeyê nîgeran in û wer belav bûye ku ji niha ve Brîtanyayê dest bi dersînorkirina koçberan kiriye.
Divê ev çi qasî rast be û bi rastî jî pêwîst e koçber li Brîtanyayê ji xwe bitirsin.
Di vê derbarê de rojnamevan Nebez Bazyanî ji Londonê bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û ragihand ku ew koçberên ku dozên wan hîn yekalî nebûne li Brîtanyayê, tirsa wan heye û got:
"Belavbûna nûçeyê li medyaya civakî tirs di nav koçberan de belav kiriye, kesên ku Brîtanyayê ew dersînor kirine, sûc kirine lê pêwîstiya dersînorkirina wan bi razîbûna dadgehê heye, yan jî wan kesan li xwe digire ku doza wan bi temamî hatine girtin".
Nebez Bazyanî her wiha got, "Her vegerandineke koçberan divê bi yasa bê kirin û divê were yekalîkirin ku ew kesên dersînor dibin jiyana wan di ewlehiyê de ye yan na."
Bazyanî eşkere kir ku di civîna di navbera Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Brîtanyayê de behsa "dersînorkirina diyarkirî" hatiye kirin lê hûrgiliyên wê nehatine eşkerekirin.
Girtina qaçaxçiyan li Herêma Kurdistanê
Hefteya borî di operasyoneke hevbeş a hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û Brîtanyayê de li bajarê Silêmaniyê 3 kes bi tawana qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.
Ajansa Neteweyî ya Sûcê ya Brîtanyayê (NCA) ragihand ku ew 3 kesên hatine desteserkirin têkiliya wan bi Amanc Hesenzade re hebûye ku dawiya sala borî li Brîtanyayê bi 17 sal ceza lê hatibû birîn.
Ew jî piştî ku hate piştrastkirin ku bi dehan koçber bi awayekî neyasayî gihandine Brîtanyayê.
Ji wan 3 kesên destserkirî yek jê 38 salî ye û karê qaçaxbirina mirovan ji Yunanistanê ber bi Îtalyayê kiriye.
Kesê duyem di salên xwe yên 40î de ye û karê hewaleyan kiriye û kesê sêyem jî di salên xwe yên 30î de ye û tawanbar e ku simsarî ji qaçaxçiyan re kiriye û koçber ji wan re peyda kirine.
Amanc Hesenzade bi sedema rûniştineke vîdyoyî hate eşkerekirin ku sala 2021ê li Kurdistanê jê re hatibû kirin û tê de wekî "qaçaxçiyê herî baş" hatibû naskirin.
Polîsên Brîtanî vîdyoyê li ser YouTubê dibînin û wî digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse