Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Berdereşê ya Dihokê di qezayeke trafîkê de 5 endamên heman malbatê canê xwe ji dest da.
Îro piştî nîvro Berdereşê qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de 5 endamên heman malbatê canê xwe ji dest da.
Berpirsê Saziya Parastina Sivîlan a Akrê Eqîd Îbrahîm Ferîq ji Rûdawê re ragihand, “Otomobîleke ji cureya Opelê li kamyoneke barhilgir daye û di encamê de dê û bav û sê zarokên wan canê xwe ji dest daye.
Piştî qezayê agir bi otomobîlê ketiye û ew şewitîne.”
Li gorî gotina Îbrahîm Ferîq, term hatine derxistin û derketiye holê ku dayîk ducanî bûye.
Ji ber şewatê heta niha nayê zanîn ku xelkê kû derê ne.
Li gorî agahiyên Rûdawê, term veguhastine Saziya Bijîşkiya Dadê ya Dihokê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse