Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de ji ber pirsgirêka erd û zeviyan pevçûna bi çekan derket.
Di pevçûnê de kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Ji ber pirsgirêka erd û zeviyan pevçûn derket
Bûyer îro li gundê Eyneto yê Amedê çêbû.
Li gorî agahiyan, di navbera endamên malbata Şekeran de ji ber erd û zeviyan nîqaş derket.
Piştî demekê ji nîqaşê, aliyan bi çekan êrişî hev kir.
Kuştî û birîndar hene
Di pevçûnê de M. Şekerê 46 salî, M.A. Şekerê 23 salî, A. Şeker, H.Şeker, S.Şeker û M.Şeker birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Lê ji birîndaran M.Şeker tevî hemû hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.
Hat zanîn ku rewşa yekî ji birîndaran ê bi navê M. A. Şeker giran e.
Tîmên tendursitiyê cenazeyê M. Şeker ji bo kar û barên otopsiyê bir Saziya Bizîşkiya Dadî ya Amedê.
3 kes hatin desteserkirin
Lêpirsîna ku derbarê bûyerê dest pê kiriye didome û 3 gumanbar hatin desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê jî li derdora gund tedbîrên pêwîst wergirtine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse