Mezlûm Ebdî: Zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê peyameke vîdeoyî belav kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de Roja Zimanê Dayîkê li hemû zimannas, pispor û bi taybetî li mamosteyên zimanê Kurdî pîroz kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku mijara zimanê dayîkê li ser asta cîhanê mijareke gelekî girîng e û bal kişand ser zehmetiyên ku Kurdan ji bo zimanê xwe kişandine û got:

"Me li vê herêmê, bi taybetî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di demên borî de gelek zehmetî dîtin.

Zimanê dayîkê her dem qedexe bû. Piştgiriyeke dewletê ji bo zimanê me tunebû û astengî gelek bûn."

Mezlûm Ebdî bi bîr xist ku di serdema rejîma Beasê de ji bo parastina zimanê Kurdî têkoşîneke mezin hatiye dayîn ku ziman ji nav neçe.

Ebdî destnîşan kir ku di wê serdemê de zext û zordariyên giran li ser xebatên ziman hebûn û gelek kes ji ber vê yekê hatine girtin û cezakirin.

"Yek ji destkeftiyên herî mezin ên şoreşê ziman e"

Fermandarê Giştî yê HSDyê qala guherînên piştî “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê” kir û anî ziman:

"Di 14 salên dawî de xebateke mezin hat kirin.

Yek ji destkeftiyên herî mezin ên şoreşê zimanê Kurdî ye.

Ne tenê ji bo zimanê Kurdî, ji bo zimanên din ên li herêmê jî rê hat vekirin."

Ebdî diyar kir ku cara ewil e Kurd li vê herêmê bi azadî û bi derfetên xwe zimanê xwe bi pêş dixin.

Wî destnîşan kir ku niha perwerdeya bi Kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehan didome û ev yek bipêşketineke dîrokî ye.

Biryarnameya 13an û naskirina fermî ya zimanê Kurdî

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de bal kişand ser biryareke nû ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û wiha pê de çû:

"Wekî encama Şoreşa Sûriyeyê û bi taybetî ya Rojavayê Kurdistanê, me dît ku biryarnameya serokkomariyê derket.

Biryarnameya 13an wekî destkeftiyeke mezin tê dîtin.

Cara yekem e ku bi awayekî fermî zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî li Sûriyeyê tê qebûlkirin.

Ev gaveke gelekî mezin e û rê li ber bikaranîna vî zimanî di hemû qadan de vedike."

Bangî malbatan û zimannasan kir

Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew dixwazin di qonaxa nû de zimanê Kurdî di warê pratîkî de xurttir bibe û bangî gelê Kurd kir û got:

"Ez ji gelê me dixwazim ku zêdetir xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Zarokên xwe bişînin dibistanên ku bi zimanê Kurdî perwerdeyê didin.

Divê em zimanê xwe di jiyana rojane û di perwerdeyê de bi kar bînin."

Ebdî her wiha bangî zimannas û pisporên ku di qada akademîk de dixebitin kir ku ji bo sazkirina zimanekî standard û akademîk xebatên xwe xurttir bikin.

Mezlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku ev qonaxa nû ji bo zimanê dayîkê bibe serdemeke serkeftî û zimanê Kurdî bigihê asteke bilindtir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst