Serok Barzanî: Parastina zimanê dayîkê erkê niştimanî ye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê Kurdî Zimanê Dayîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê peyamek belav kir û girîngiya parastina zimanê Kurdî di avakirina nasnameya neteweyî de destnîşan kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola sereke ya ziman a di jiyana milet de û diyar kir ku zimanê dayîkê bingeha resenî, nasname, hişyarî û hevdengiya neteweyî ye.

'Parastina ziman erkê niştimanî ye'

Serok Barzanî di peyama xwe de girîngiya parastina zimên wekî "erkekî niştimanî" bi nav kir.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de Roja Zimanê Dayîkê li hemû Kurdistaniyan pîroz kir.

Girîngiya 21ê Sibatê

Her sal 21ê Sibatê li seranserî cîhanê wekî Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê tê pîrozkirin.

Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo parastina mafên zimanan û bipêşxistina pirzimanî û çandî hatiye diyarkirin.

Li Herêma Kurdistanê jî her sal çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin da ku girîngiya zimanê dayîkê di nav civakê de were zindîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst