CNK 'piştgiriyeke sembolîk' dide namzedê serokatiya Amerîkayê Joe Biden

22-09-2020
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên Netewî yên Kurdistanê ( CNK ) ragihand, ew pêşwazî li gotin û daxuyaniyên Joe Biden di rikeberiyên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de dikin û ji ber wan daxuyaniyên erênî, ew di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de piştgiriyeke sembolîk a darayî pêşkêşî kempîna Biden dikin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê derbarê wê helwêsta xwe de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand, ji ber daxuyaniyên Biden ên derbarê piştgiriya bo Kurdan de, ew jî piştgiriyeke sembolîk didin namzedê Demokratan û rikeberê Donald Trump.

Di daxuyaniyê de, CNK amaje bi “siyasetên xirab” ên rêveberiya Trump li hember Kurdan li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û bi taybet di mijarên weke “bûyerên 16ê Cotmeha 2017 û dagîrkirina Kerkûkê” û “êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û dagîrkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê” dike û wan siyasetan rexne dike.

Daxuyaniya CNKê wiha ye:

“Wekî tê zanîn di 3ê Mijdara bê de li DYA'ê di navbera Serokê heyî Donald Trump û Joe Bidenê de hilbijartina serokatiyê heye. Bê guman encamên hilbijartinê ji  aliyê gelek kesan ve tê meraqkirin ji ber ko encamên hilbijartinê nêzîkatiyên DYA li ser Rojhilata Navîn û bi taybet li ser Kurdistanê jî diyar bike.

Di pêvajoya serokatiya 4 salên derbasbûyi yê Donald Trumpê de gelek caran li ser axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên teroristê ve êrîş hatîbûkirin. Trump li hemberê van êrîşan gelek caran bê deng ma û xwedî li destkeftiyên Kurdan derneket. Ji ber vê yekê daxuyaniyên piştgiriya Joe Biden li ser Kurdan gelek watedar û biqîmete.

Wekî tê zanîn di pêvajoya serokatiya Trumpê de bi pêşengiya DYA'yê li dijî teroristên DAIŞ'ê, Hêzên Pêşmerge digel Hêzên Hevpeymanî bajarê wek Kerkûk û bajarên Kurdistanî ku dervayê Herêmê Kurdistanê bûn ji dagirkeriya DAIŞê rizgar kirin. Lê di 16'ê Cotmeha 2017'an de ev cihên rizgarkirî ji aliyê hêzên tundûrew ya bi navê Heşdî Şa'bî ku girêdayiyê Îranê bûn, digel tanqên Abrams ku DYA dabû Artêşa Iraqê dîsan hatin dagirkirin. Ev dagirkerî darbeyek giran xiste hevkarî û dostaniya dîrokî ya Kurd û DYA.

Li aliyekî din jî dîsa di serokatiya Trumpê de li Rojavayê Başûrê Kurdistanê ku bi hezaran salê Kurd lê dijîn, bajarên wek Efrîn, Serêkanî û Girêspî ji 2018'an heta niha, ji aliyên grubên tundûrew ku Tirkiye piştgiriya van dike hatiye dagirkirin. Mal û xaniyên bi sedhazaran Kurdên nişteciyên van bajaran hatiye şewitandin û demografiya van bajaran hatiye guherandin û hîna jî berdewame. Li van bajaran ji aliyê grubên tundûrew ve bi sedan caran binpêkirina mafên mirovan bû û di serî de NY û ji aliyên Rêxistinên Mafên Mirovan ya Navneteweyî ve hate tespîtkirin û di vê mijarê de gelek raport jî hate weşandin. Namzetê Serokê ya Partiya Demokratê Birêz Joe Biden gelek caran rexne li Trump anî û ev wek îxanet binavdikir, ji ber ku Hêzên Kurd li dijî DA'IŞ'ê her tim digel DYA'ê bûn.

Em wek CNK'ê piştgiriya daxuyaniyên Joe Bidenê dikin û li ser navê Milletê Kurd bi awayekî sembolîk tevî kampanyaya piştgiriya maddî dibin. Her wiha ji ber polîtikayên Kurd ya Trumpê têkîliyên Kurd û DYA'ê gelek qels bûye. Em hêvîdarin ev  têkîlî û rewşa xirab ji aliyê Joe Bidenê ve ber bi başbûnê ve biçe û em daxwaz dikin ku weka berê hevkarî û dostaniyê stratejîk bi hêz bibe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst