Li Amedê kesek di êrişa çekdarî de hat kuştin

22-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî ku berî çend rojan kesek kuştibû di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Bûyer derengiya şeva borî li taxa Selaheddîn Eyûbiyê ya bajarê Amedê çêbû.

Li gorî zanyariyan kesekî bi motorsîklet li ser cadeyê rastî êrişa çekdarî hat.

Ew ciwanê ku bû armanca guleyên demançeyê ji serê xwe birîndar bû.

Tîma tenduristuyê kesê ku ji serê xwe birîndar bûyî bir nexweşxaneyê.

Tevî hewldanên bijîşkî kesê birîndar ji mirinê rizgar nebû.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo destserkirina kesê êrîşkar xebat dan destpêkirin.

Li aliyê din di encama lêkolînên polîsan de derket holê ku ew ciwanê hatiye kuştin, 14 roj berê tevlî pevçûnekê bûye.

Wî ciwanî li taxa Seyrantepe kesekî bi navê Oktay B. bi kêrê kuştibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst