Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Meclisa Gel a Kampa Mexmûrê Ehmed Şehbaz û şoforê wî Gabar Nas ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îraqê ve hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Hevserokê Meclisa Gel Ehmed Şehbaz ê ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê diçû Silêmaniyê û şoforê wî Gabar Nas, li xala kontrolê ya artêşa Îraqê ya li navçeya Hewîceyê ya Kerkûkê hatin girtin.
Hat diyarkirin, Şehbaz û Nasên ku 18ê Îlonê hatin desteserkirin, hîn nehatine berdan.
Ambargoya li ser kampê didome
Rayedarên Kampa Mexmûrê radigihînin ku ambargoya hikûmeta Îraqê ya li ser kampê ji 10ê Nîsanê ve berdewam dike.
Her wiha hat zanîn karkerên ku diçin bajarên Îraqê jî gelek caran tên desteserkirin.
Pêştir jî şandeyeke ku ji Hevserokê Meclisa Gel Ehmed Şehbaz, alîkarê wî û endamên dîplomasiyê pêk dihat, 14ê Gulanê dema ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên kampê diçûn hevdîtina bi rayedarên Îraqê re, hatibûn girtin û 37 rojan girtî mabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse