Heyeta Kampa Mexmûrê ya ku ji Bexdayê vedigeriya hat desteserkirin

15-05-2025
RÛDAW
Nîşan Kampa Mexmûrê Bexda Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Îraqê, 3 endamên heyeta Meclisa Gel a Mexmûrê dema ji Bexdayê vedigeriya di rê de desteser kirin.

Ambargoya ku ji 10ê Nîsanê ve ji aliyê Îraqê ve li ser kampê tê meşandin, derbasî qonaxeke nû bûye.

Çûna kel û pelên avahîsaziyê, pêdiviyên bingehîn û derketina karkeran a bajaran tê astengkirin, nasnameyên niştecihên kampê jî nayên nûkirin.

Heyeteke Meclisa Gel a Mexmûrê duh ji bo çareserkirina pirsgirêka nasname, ambargoya li ser wargehê û zextên hikûmeta Îraqê çû Bexdayê.

Endamên heyeta ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan çûbû serdana Wezareta Dadê ya Îraqê, di vegera Bexdayê de ji aliyê hêzên Îraqê ve hatin desteserkirin.

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budakê diyar kir ku heyet bi vexwendineke fermî bi berpirsên Wezareta Dadê ya Îraqê re civiyaye lê di rêya vegerê de 3 kes hatine desteserkirin.

Di nav kesên hatine desteserkirin de Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz, Hevserokê Şaredariyê Kampê Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkîliyên Derve Bêwar Emîn hene.

“Hikûmeta Îraqê kamp dorpêç kiriye”

Berpirsekî Kampa Mexmûrê îro ji Rûdawê re got:

"Zêdetirî mehekê ye hikûmeta Îraqê dorpêç xistiye ser kampa me û rê nade ku ti kes hat û çûnê bike.

Ne karker dikarin biçin ser kar û ne jî nexweş dikarin biçin nexweşxaneyê.

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, heyetek çû Wezareta Dadê ya Îraqê."

Li gorî agahiyên Rûdawê, heteyê li Bexdayê bi Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî re hevdîtin kiriye û xwestiye ku rê li ber hat û çûna wan were vekirin lê heta niha ti encam nehatiye bidestxistin.

Kampa Mexmûrê ku niştecihên wê jê re dibêjin Kampa Şehîd Rustem Cûdî, ji sala 1998an ve li quntara Çiyayê Qereçûxê yê rojhilatê Mexmûrê ji bo penaberên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin.

Niştecihên wê nêzîkî 10 hezar kesan in.

Tirkiyeyê demên borî "bi hinceta PKKyê" çend caran ew kamp bombebaran kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst