Li Rihayê qeza, mirî û birîndar hene

22-10-2025
Nîşan Riha Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê otomobîleke tîcarî ya sivik qulibî û di encamê de kesek mir, 5 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla tîcarî ya sivik a bi plakaya 01 BAR 885 a ku Bedrî B. diajot, li ser rêya Rihayê û Amedê di kîlometreya 28an de qulibî.

Di qezayê de Murşîde B.ya 58 salî li cihê qezayê mir.

Ajokar Bedrî B. û kesên bi navên Salîh B., Resûl B., Esra B. û Dilaver B. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst