Şingal (Rûdaw) - Rêxistineke alîkariyê ya Amerîkî, USAID ji bo nûjenkirina 400 xaniyan li Şingalê, dest bi alîkarîkirina xelkê wê navçeyê kiriye.
Alîkarî destpêkê li herdu komelgehên Dugirê û Dihola pêşkêşî xelkê hatine kirin.
Ew rêxistina amerîkî ji 2 milyon heya 8 milyon dînarên Iraqî weke alîkarî pêşkêşî wan kesan dike ku xaniyên xwe nûjen bikin.
Welatiyekî navçeyê ku ew alîkar wergirtiye, ji Rûdawê re dibêje, ku wî 5 milyon dînarên Iraqî wergirtine û bi wî pereyî xaniyê xwe nûjen kiriye.
Yek ji mercên rêxistinê ji bo dayîna alîkariyê ev e, ew kesê ku dixwaze alîakriyê wergire divê vegeriyabe deverê û ser mal û halê xwe.
Ew prose ji aliyê beşek ji xelkê ve hatiye destpêkirin. Xelkê Şingalê ji wan alîkariyan razî ye, lê dibêjin, ziyana ku gihîştiye xaniyên wan ji wê alîkariya ku tê pêşkêşkirin gelek zêdetir e, lewra ji bo nûjenkirin û avedankirina Şingalê pêwîstî bi alîkariyên zêdetir heye.
Welatiyê deverê, Sebrî Ebdo jî dibêje: “7 milyon dînar dane vê malê daku ew xaniyê xwe pê temam bikin lê divê were zêdekirin.”
Ew zêdetir ji 4 salan e Şingal ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, lê belê hêj tenê xaniyeke xelkê jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye nûjenkirin.
Li Şingalê nêzîkî 10 hezar xaniyên wêran û kavilbûyî hene û ji bo nûjenkirina wan pêwîstî bi bûdceyeke mezin heye.
Tevî ku rêxistina DAIŞê nemaye, lê belê tenê ji sedî 15ê xelkê Şingalê vegeriyane ser malên xwe. Şingal niha di jêr kontrola Heşda Şeibî û hêzên Iraqê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse