Naveroka civîna Serok Barzanî û Nûrî Malikî

22-12-2021
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Nûrî Malîkî PDK YNK Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di civîna Serok Barzanî û Nûrî Malîkî de gotûbêj li ser dawî pêşhatên siyasî yên li Iraqê û pêwîstiya pêdeçûna bi hikûmraniya Iraqê hatin kirin û tekezî li ser berdewamkirina hewlan bo nêzîkkirina boçûnên aliyan û mafên pêkhateyan hat kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro, 22/12/2021 li Selahedînê pêşwazî li şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengî ya bi serokatiya Nûrî Malîkî kir.

Derencamên hilbijartinên cotmeha îsal a Parlamentoya Iraqê û dawî pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de tekezî li ser pêdeçûna bi hikûmraniya Iraqê, sûdwergirtina ji ezmûna rabirdû, liberçavgirtina prensîpên şeraket, lihevkirin û hevsengiya di proseya hikûmraniyê de hat kirin.

Di civînê de li ser mijarên tedayên li ser dahatûya Iraqê, xizmetguzarî, metirsiya terorê, pirsgirêka jîngehê, kêmavî û daxwazên hevwelatiyan jî gotûbêj hatin kirin û tekezî li ser berdewamkirina hewlan ji bo nêzîkkirina boçûna aliyan û mafên pêkhateyan hat kirin ji bo dîtina çareseriyeke guncaw bo qonaxa dahatû û derbaskirina tedayên li ber pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.

Serdana şanda Çarçoveya Hevahengî bo Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku çend roj berê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi şandên cuda çûn Bexdayê û li gel aliyên Iraqî civiyan û piştî wan civînan, herdu alî roja Yekşemê li Silêmaniyê civiyan û diyar kirin ku wan dê bernameyeke hevbeş hebe ji bo gotûbêjên li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.

Çarçoveya Hevahengî ku bereyeke Şîe ya nerazî ye li hember encamên hilbijartina 10ê Cotmehê, nêzikî 60 kursî bidest xistine. Ev jî di demekê de ye ku di hilbijartinên 2018an de vê bereyê 135 kursî bidest xistibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst