Hevrikiya Kurd û Suneyan a li ser serokkomariyê

31-07-2025
Nîşan Arif Qurbanî YNK PDK Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Di dema nivîsandina Yasaya Demkî ya Birêvebirina Dewleta Îraqê de, bi navbeynkariya Amerîkiyan û wekî celebekî dabînkirina misogeriyê ji bo pêkhateyên Kurd û Ereb (Û di nav Ereban de jî Sune û Şîe), biryar hat dayîn ku her sê postên sereke yên Îraqê (Serokkomar, serokwezîr û serokê parlamentoyê) her yek ji van postan bidin yekê ji wan her sê pêkhateyên sereke.

Her çend ev dabeşkarî di Yasaya Demkî ya Birêvebirina Dewletê de û paşê jî di destûra herdemî de nehatiye nivîsandin û ti bingeheke destûrî û çarçoveyeke yasayî ji bo vê dabeşkariyê nehatiye danîn jî lê wekî celebekî urfê siyasî û civakî ji wê demê heta niha kar pê tê kirin.

Her çend ti hevsengiyek di navbera pêgeh û desthilatên wan her sê postan de nehatiye parastin, desthilata sereke ketiye destê Serokwezîr ku ji aliyê Şîeyan ve hatiye monopolkirin.

Serokkomar wekî sembola parêzvanê destûrê di lûtkeya movika desthilatdariyê de ye, ev post wekî celebekî misogeriyê bi Kurdan hatiye dayîn, bi guman ji bo ku bikaribe mafên destûrî yên Kurdan biparêze lê postek e ku ji desthilata cîbicîkirinê hatiye bêparkirin.

Tevî ku Îraq welatekî parlamentoyî ye, posta Serokê Parlamentoyê xwedî pêgeh û desthilateke zêde ye, lê ji ber ku ev post jî dane Erebên Sune, her wiha bi hukmê wê yekê ku dewlet ji aliyê Şîeyan ve tê kontrolkirin, bi hinceta pêwîstiya birêvebirina parlamentoyê ji aliyê desteya serokatiyê ve ne serok, her wiha bi hukmê ku piraniya Şîeyan di parlamentoyê de tiştekî wisa darîçav ji bo Suneyan jî nehiştine.

Di 20 salên borî de pênc gerên parlamentoyê li Îraqê hatine lidarxistin, di vê demê de pênc caran posta serokkomariyê dîsa dane Kurdan. (Mam Celal du geran û her yek ji Fuad Mehsûm, Berhem Salih, Letîf Reşîd) gereke serokatiyê wergirtine.

Di dema wergirtina gera duyemîn de, li ser daxwaz û pêdagiriya Suneyan, Amerîkiyan jî zexteke mezin li Kurdan kir ku posta serokkomariyê bidin Erebekî Sunî, beşek ji welatên Ereb jî piştgiriya vê daxwazê dikirin lê ji ber pêdagiriya serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê û piştgiriya mala Şîe û her wiha Îranê jî, parastina wê yekê dikir ku ev post li cem Kurdan bimîne, loma dîsa dan Kurdan û ji wê demê ve wek kevneşopiyeke çespandî ji bo Kurdan ma.

Ji ber ku posta serokkomariyê zêdetir sembolîk e, her wiha ji ber ku di 15 salên borî de Îraqê bi awayekî stemkarane dan û standin li gel xelkê Kurdistanê kiriye û serokkomaran nekariye rê li ber wan zilm û stemkariyan bigirin, loma nêrîna beşeke mezin a xelkê Kurdistanê bi vî rengî ye ku ew post (Ti fêdeya xwe ji bo Kurdan nîne).

Gelek caran em guh li wan tane û tinazan dibin û beşek ji karakterên siyasî û çîna rewşenbîr a bijarte jî wisa difikirin ku eger posta Serokê Parlamentoyê ya Kurdan bûya, xêra wê ji bo Kurdan zêdetir bû.

Fikra guhertina serokkomar bi serokê parlamentoyê, piştî nexweşketina Mam Celal di nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi xwe de jî derket holê. Hêroxan, hevjîna Mam Celal, wisa difikirî ku piştî Mam Celal ti Kurdekî din wê postê wernegire, xasma jî ku wê demê pirsgirêkeke mezin di nav YNKyê de li ser diyarkirina Alîkarê Talebanî li Bexdayê derketibû. Pêşniyara vê guhertinê dan Îraniyan lê Îranê bi tundî red kir û israr kir ku divê posta serokkomariyê her li cem Kurdan be.

Kurd dibêjin (Şîna wan ji bo herîsê ye, ne ji bo Hisên e), şîna Îranê jî ji bo tiştekî din bû, posta serokkomariyê wek pasevanê bihêzkirina desthilat û pêgeha Şîeyan bi kar dianîn, ji ber ku dizanîn ji ber neyekbûna Kurdan û rikberî û nakokiyên nav mala Kurdan, nikarin ji bo posta serokkomariyê paye û pêgeheke bihêz ava bikin.

Heybeta ku di serdema Mam Celal de hebû, ji bo Kurdan ji nû ve ava nedibû. Ew jî beşek jê bi bandora şexsê Talebanî û rêz û pêgeha siyasî ya ku bi têkoşîneke dûr û dirêj ji bo xwe ava kiribû ve girêdayî bû.

Her wiha di serdema serokatiya Mam Celal de, Kurd li Bexdayê yekrêz û xwedî yek helwestê bûn. Ji bilî vê, Amerîkiyan hukmê Îraqê dikir, wê demê hegemoniya Îranê li ser Îraqê nebû, Sune û Şîe jî di qonaxa herî tund a nakokî û şerê mezhebî de bûn.

Lewra Mam Celal di wan şert û mercan de karîbû desthilatên wê postê zêdetir ji bo berjewendiyên miletê xwe bi kar bîne, herî kêm karîbû atmosfereke aram di navbera Hewlêr û Bexdayê de ava bike ku ew jî di berjewendiya Kurdistanê de bû.

Lê eger ew post biketa destê Suneyan an jî ji koka xwe ve li cem Suneyan bûya, wê demê ne pêkan bû ku nasname û wêneya dewletê wek dewleteke Şîe derkeve holê. Ji aliyekî din ve, ji ber piştgiriya welatên Erebî û cîhana Îslamî dê girîngiyeke mezin bidana wê posta sembolîk û ew bikirana rûyê rastîn ê Îraqê.

Her wiha dê bibûya sîwanek ji bo komkirina Suneyan û xurtkirina pêgeha wan ku ev jî ne di berjewendiya Îranê de bû. Loma, Kurd wekî kelem li pêşiya bihêzkirina Suneyan û guhertina nasnameya welêt, di berjewendiya xwe de bi kar anîn.

Tevî lawazbûna pêgeha Kurdan li Bexdayê û kûrbûna nakokiyên nav hêzên siyasî yên Kurdistanê ku ji ber wê Kurdan gelek tişt li Bexdayê ji dest dan lê ji ber ku mana posta serokkomariyê li cem Kurdan wekhev e bi garantîkirina hegemoniya Şîeyan, ji ber vê yekê wekî mafekî garantîkirî yê Kurdan hiştin.

Niha piştî bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn û şerê Îsraîl û Eniya Berxwedanê, piştî lêdan û lawazkirina komên girêdayî Îranê li herêmê û birîna destê Îranê li beşek ji welatên Erebî, piştî rûxandina Beşar Esed û guhertina desthilata dewleta Şîe ya dilsoza Îranê bo desthilateke Sunî ya girêdayî stratejiya Kendavê, tê çaverêkirin ku Amerîka û Îsraîl bala xwe bidin ser Îraqê û bixwazin Îraqê jî ji bin hegemoniya Îranê derxînin û bikin beşek ji wê projeya Erebî û Îslamî ya ku li dawiyê bi Îsraîlê re dikevin yek eniyê.

Senaryoya pesendkirî jî ji bo lawazkirina desthilata Şîe ya dûvelanka Îranê û rakirina hegemoniya Tehranê li ser Bexdayê, bi rêya bihêzkirina pêgeha Suneyan tê kirin. Yek ji wan post û pêgehên siyasî û destûrî jî ku Suneyan çavê xwe berdayê wekî amûrekê ji bo bihêzkirina Suneyan, posta serokkomariyê ye. Berê ku dev ji wê daxwazê berdabûn, di bin zexta Îranê de bû, bi lawazbûna hegemoniya Îranê re, meyla wê postî dîsa dikeve serê wan.

Ev ji bo Kurdan mijareke hestyar e, pirseke du alî ye, rast e bihêzbûna Suneyan dibe sedema peydabûna nakokiyan di navbera Sune û Şîeyan de û ev yek di berjewendiya Kurdan de ye lê ezmûna van salên borî ew yek ji me re îsbat kiriye ku di asta pirsên çarenivîsî yên Kurdan de, Sune û Şîeyan pirsgirêk û nakokiyên xwe dane aliyekî û li dijî Kurdan di yek çeperê de cih girtine.

Her wiha tevî nîgeranî û nerazîbûna Kurdan ku piştî Mam Celal ti yek ji karakterên Kurd di posta serokkomariyê de wek parêzvanê destûrê, ne tenê nekarîne rê li ber wan binpêkirinên destûrî bigirin ku ji aliyê desthilata Şîe ya Bexdayê ve li dijî mafên Kurdan hatine kirin, belkî ji ber lawaziya karakteran pêgeh û posta serokkomariyê jî lawaz kirine.

Lê divê em wê rastiyê bibînin ku eger ev post têkeve destê Erebekî şovenîst, cîhana Erebî û dewletên Sunî yên herêmê dê pêgeha vê postê xurt bikin. Wê demê ne dûr e ku mîna Dadgeha Federalî, bi hinceta destûrê ev post jî bibe amûrek ji bo tengijandina Kurdan li Îraqê.

Pêwîst e ji niha ve her du hêzên sereke yên Herêma Kurdistanê (PDK û YNK) bi hûrgilî vê pirsê binirxînin û xwe amade bikin ka dê çawa bi pêşhateke bi vî rengî re tev bigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e