Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê di navbera komên ser bi artêşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de şer derket û di encamê de dayîk û zarokekê canê xwe ji dest da.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku wan fermana rawestandina operasyonan daye.
Li aliyê din HSDyê da zanîn ku ew ne êrişkar in û bajar bi çekên giran hatiye dorpêçkirin.
"Me bersivdan rawestand"
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê daxuyaniyeke fermî belav kir û diyar kir ku Sererkaniyê ferman daye ku hedefgirtina xalên HSDyê werin rawestandin.
Berdevkê wezaretê îdia kir ku armanca wan ew e ku şer ji sivîlan dûr bixin û wan tenê di çarçoveya "parastinê" de bersiv daye.
Her wiha hat gotin ku armanca artêşa Sûriyeyê guhertina xetên kontrolê nîne.
HSD: Çekên giran anîne, dorpêç didome
Navenda Ragihandinê ya HSDyê îdiayên rêveberiya Şamê bi tundî red kirin.
HSDyê diyar kir ku nûçeyên li ser bombebarankirina taxên Helebê bê bingeh in û mûşek ji aliyê komên alîgirê hikûmetê ve hatine avêtin.
HSDyê bal kişand ser rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ku Kurd lê dijîn û got ku ev 4 meh in di bin dorpêçê de ne.
Di daxuyaniya HSDyê de ev hişyarî hat dayîn:
"Komên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve, ji bo bombebarankirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê wesayîtên zirxî û pergalên topavêj anîne herêmê.
Ev yek gefeke xeternak e li ser jiyana sivîlan."
Dayîk û zarokek mirin
Di şer û pevçûnên li bajêr de sivîlan careke din baca herî giran da.
Li gorî agahiyan, di dema pevçûnan de gule û perçeyên şarapnelan li dayîk û zarokekê ketine û wan canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse