AMED – Dayikeke 83 salî hat desteserkirin

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Sidika Suleymanoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê Sidika Suleymanogluya 83 salî hat desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê de îro li Amedê bi ser malan de hat girtin.

Li gorî nûçeya MAyê, di encama serdegirtina malan a li Amedê de dayika 83 salî Sidika Suleymanoglu û bûka wê Netîce Suleymanogluya 53 salî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiya ya li Sûrê. 

Li gorî nûçeyê, polîsan di heman demê de bi ser mala malbatê ya li gundê Cirnokiya navçeya Hezroyê de jî girt. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst