Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Ajelparêzên Kurdistanê ragihand ku awayê kuştina kûçikên beredayî li Kerkûkê nemirovane û nezanistî ye.
Çend endamên Rêxistina Ajelparêzên Kurdistanê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê kom bûn û nerazîbûna xwe ya li hemberî biryarên nû yên kêmkirin û kuştina kûçikên beredayî nîşan da.
Serokê Rêxistina Ajelparêzên Kurdistanê Ferman Fazil diyar kir ku baştir e bi awayekî zanistî rêyên kêmkirina kûçikên beredayî bên dîtin.
Li gorî Ferman Fazil, beşeke mezin a kûçikên beredayî saxlem in û ne nexweş in lê dîsa jî tên kuştin.
Ferman Fazil da zanîn ku hemû kûçikên beredayî nexweşiya hariyê bi wan re nîne.
Rêxistina Ajelparêzên Kurdistanê eşkere kir ku tenê di van çend rojên dawî de, li Kerkûkê zêdetirî 500 kûçikî û li Dihokê jî zêdetirî 50 kûçikî hatine kuştin.
Di podcasta Radyoya Rûdawê ya bi navê “Nexoşname” de behsa rêyên xweparastinê ya ji geztina kûçikan û çareseriyên destpêkê yên rewşê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse