Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mistafamilîkê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê jina 80 salî ya bi navê Cemîle Ozkan winda bû.
Ji doh ve heta niha ti agahî ji Cemîle Ozkanê nayên girtin û xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Li gorî agahiyan, Cemîle Ozkana ku bi nexweşiya alzheimerê ye şeva borî saet li dora 02:30î ji mala xwe ya li gund derketiye û êdî venegeriyaye.
Gundî û malbata Cemîleyê dilgiran in
Piştî agahdarkirinê, tîmên AFAD û cendirmeyan ên Mêrdînê û welatiyên gund li herêmê dest bi xebateke berfireh a lêgerînê kir.
Tîmên lêgerînê bi alîkariya kûçikên şopger û dronan li nav mal, kox û zeviyên derdora gund lêgerînên xwe didomînin.
Qaymeqamê Qoserê Abdullah Şahîn jî çû gund û ji nêzîk ve çavdêriya xebatên tîman kir.
Emrah Ozkanê biraziyê Cemîleyê diyar kir ku heta niha ti agahî ji metika xwe negirtine û got:
"Cihê ku me lê nenêrî û me lêgerîn nekir nemaye. Tenê hêviya me ew e ku em wê bi silametî bibînin.
Em ji her kesî dixwazin ku di vê mijarê de çi ji destê wan tê bikin."
Malbat û gundî daxwaz dikin, her kesê ku Cemîle Ozkan dîtibe yan agahiyek li ser cihê wê hebe, demildest agahiyê bide hêzên ewlehiyê yan jî bi xizmên wê re bi jimara +90 544 407 18 88 bikeve nav pêwendiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse