Hewlêr (Rûdaw)- Rojnameger Nagehan Alçiyê diyar kir ku ji ber şerê li Rojavayê Kurdistanê û rewşa Sûriyeyê banga Ocalan a çekdanîna PKKyê tê bipaşxistin.
Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê doh bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
DEM Partiyê li ser naveroka hevdîtine daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku xebatên Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.
Hat ragihandin, piştî ku amadekariyên derbarê vê mijarê bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên ragihandin.
Rojnameger Nagehan Alçi derbarê hevdîtina heyeta DEM Partiyê û Abdullah Ocalan û pêşhatên dawî ji Rûdawê re axivî û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
“Hêviyên dewletê hebûn ku Rojava bi ya Ocalan bike”
Alçiyê behsa pêşhatên li ser pêvajoyê kir û wiha got:
“Ji destpêkê ve dixwazin bi bêdengî vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Ez jî bi gelek kesan re axivîm.
Tiştekî ne asayî nîne û hevdîtin berdewam dikin.
Kes nabejê ku pêvajo dê têk biçe.
Niha qad nehatiye wê astê ku PKK çekan deyne.
Çimkî çend aliyên wê hene. Ji aliyê heyeta DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê ve pêvajoyeke gelekî girîng tê meşandin.
Ya rast di navbera dewletê û Abdullah Ocalan de peyaman dibin û tînin.
Ji bo ku Ocalan bangekê bike û PKK çekan deyne, divê YPG û Rojava bigihêjin wê astê ku pêbendî banga Ocalan bin.
Heta niha her du alî jî nehatine wê astê yan jî wê qonaxê ku guh bidin banga danîna çekan.
Mixabin di vî warî de hin pirsgirêk hene û ji ber wê pêvajo dirêj dibe.
Li gorî zanyariyên min û dîtina min ku min ji aliyên dewletê wergirtine, li Qendîlê aliyek heye naxwaze çekan deyne û hebûna wê ya bi çekan berdewam bike.
Dewletê wisa dîdit ku aliyê Rojavayê an jî Sûriyeyê ew behtir nêzîkî Abdullah Ocalan in û ew dê li Ocalan guhdar bikin.
Li Sûriyeyê jî alozî berdewam dikin. Hikûmetê dixwest YPG çekan deyne û bikeve bin emrê wê, li wir jî hîn rêkeftin nehatiye kirin.
Ez hêvî dikim ku Ocalan beriya Adarê, naverasta Sibatê bangekê li PKKyê bike ku çekên xwe deyne.
Hêviyên dewletê jî bi wî awayî bûn.
YPG çekan danayne û şer jî berdewam dike, li gorî min ji ber rewşa li Sûriyeyê banga Ocalan jî nayê eşkerekirin.
Li gorî zanyariyên min Abdullah Ocalan dê dawiya Sibatê banga danîna çekan li PKK û YPGyê bike.
Hêviya dewletê jî ew e. Eger ew pêk neyê ev tê wê wateyê ku PKK çekan danayne.”
Li gorî gotina Nagehan Alçiyê şertê dewletê ew e ku divê PKK û YPG çekan deynin û piştre hinek gav werin avêtin.
“Şertê dewletê danîna çekan e”
Nagehan Alçiyê behsa rola Abdullah Ocalan jî kir û wiha berdewam kir:
“PKK li gotinên Abdullah Ocalan guhdar nake û Abdullah Ocalan jî naxwaze rêbertiya xwe bixe ber pirsan.
Dewlet dibêje divê çek werin danîn û piştre aştî were ragihandin û piştre jî şert û merc werin axaftin.
Dewletê gotiye heger ev pêk neyê û PKK li ber xwe bide em dê gelekî bi tundî bi ser we de bên.
Ez hêvî dikim ev pêk neyê, ev ji bo aştiya Tirkiyeyê û aştiya li Rojhilata Navîn û xwişk û birayên me yên Kurd gelekî girîng e.
Dewlet dixwaze tundî nemîne û pirsgirêka terorê nemîne. Ev stratejiya dewletê gelekî girîng e.
Ev dewlet nayê parçekirin û hem Kurd û hem Tirk dixwazin li Tirkiyeyê li ser bingeha hevwelatîniya hevpar bi hev re bijîn.
Abdullah Ocalan vê carê ji dewletê re dibêje ez dikarim vê meseleyê çareser bikim.
Gelo Abdullah Ocalan dikare vî karî bike? Gelo dê bike? Aniha ev tê axaftin.
Gelo YPG dê çekan deyne û bikeve bin serweriya hikûmeta navendî ya Sûriyeyê yan jî dê li Sûriyeyê li ser karê xwe yê terorê berdewam bike?
Heger çek nemînin em dê karibin li her deverê ji bo mafên xwişk û birayên me yên Kurd atmosfera gotûbêjê ava bikin û ez difikirim divê em vê bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse