Hewlêr (Rûdaw) - Li Kobaniyê ji ber dorpêça giran rewşa mirovî roj bi roj xirabtir dibe. Elektrîk û av bi temamî qut bûne, derman û şîrê zarokan ber bi xelasbûnê ve diçin.
Parêzer Mistefa Mİslimê ji Kobaniyê ragihand ku ji ber şert û mercên giran ên zivistanê û dorpêçê, jiyana xelkê di metirsiyê de ye.
Parêzer Mistefa Mislim beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa dawî ya Kobaniyê kir ku di bin dorpêça komên çekdar de ye.
Mistefa Mislim diyar kir ku rewşa bajêr her ku diçe xirabtir dibe û got, "Ji bilî hewldanên siyasî yên li Hewlêrê, ti hêviyeke din a şêniyan nemaye."
"Elektrîk û av bi temamî qut bûne"
Mistefa destnîşan kir ku xizmetguzariyên sereke nemane û wiha axivî:
"Sotemenî her ku diçe kêm dibe. Elektrîk û av heta niha bi temamî qut in. Înternet jî qut e û em bi zehmetî dengê xwe digihînin cîhanê.
Ji ber rewşa hewayê û berfê, hatin û çûna nav bajêr jî gelekî zehmet bûye."
"Şîrê zarokan û derman xelas dibin"
Parêzerê Kobaniyî bal kişand ser metirsiya li ser jiyana nexweş û zarokan û hişyarî da:
"Li bazarên Kobaniyê gelek cureyên xwarinê û dermanan nemane. Ji ber ku rê girtî ne, tiştekî nû nayê.
Şîrê zarokan roj bi roj kêm dibe. Eger rewş wiha bidome, di demeke nêzîk de dê şîr bi temamî xelas bibe.
Her wiha dermanên jiyanî, bi taybetî dermanên nexweşiya şekir (diyabet) ku rojane têne bikaranîn, ber bi xelasbûnê ve diçin.
Ev yek metirsiyeke mezin li ser jiyana nexweşan çêdike."
"Tiştekî ku şûna wan bigire nîne"
Mistefa Mislim da zanîn ku Rêveberiya Xweser hewl daye hinek sotemeniyê li xelkê belav bike lê ev yek têrê nake û got:
"Rêveberiyê hinek sotemenî li navenda bajêr belav kir lê ji ber ku deriyek tune ku ya nû bê, ev jî dê xelas bibe û tiştekî ku şûna wê bigire nîne.
Heta niha li ser erdê ti gavên cidî nehatine avêtin û korîdoreke mirovî nehatiye vekirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse