Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) amarên binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmên Rêveberiya Xweser eşkere kirin.
Êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên Rêveberiya Xweser bûne sedema bîlançoyeke giran.
Ji ber van êriş û aloziyan li herêmê karesateke mezin a mirovî derketiye holê û mafên mirovan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin.
Kuştî, birîndar û girtî
Li gorî amarên Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), di encama êrişan de heta niha zêdetirî hezar û 200 kesî hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku di nav wan de gelek jin û zarok jî hene.
Her wiha hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê zêdetirî 2 hezar sivîlan girtine.
Di amaran de hat destnîşankirin ku 526 kes “winda” ne û eqûbeta wan nayê zanîn.
Li hêla din termên 270 kesan jî radestî malbatên wan nehatine kirin.
Navendê da zanîn ku li girtîgehên Şeqîf û Helebê şkence li hezar girtiyan tê kirin.
Bi sed hezaran koçber hene
Ji ber şer û êrişan pêleke mezin a koçberiyê dest pê kiriye.
Heta niha zêdetirî 160 hezar kesî ji Helebê koçber bûne û ew ji mal û milkên xwe bûne.
Her wiha ji Reqa û Tebqayê jî zêdetirî 100 hezar kesî koçber bûne.
Dorpêça li ser bajaran didome
Artêşa Ereban a Sûriyeyê bajarên Rojavayê Kurdistanê dorpêç kirine.
Dorpêça li ser bajarê Kobaniyê mehek derbas kiriye û pirsgirêkên jiyanî yên xelkê zêde dibin.
Li bajarê Hisîçayê (Hesekê) jî siyaseta birçîkirinê bi zanebûn tê meşandin.
Ev dorpêç û siyaseta birçîkirinê jiyana sivîlan dixe xeteriyeke mezin.
Li gorî Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), amar bi vî rengî ne:
Kuştî (Sivîl, Jin û Zarok): Herî kêm 1200
Girtiyên sivîl: Herî kêm 2000
Winda: 526
Termên radestnekirî: 270
Girtiyên ku li Girtîgehên Şeqîf û Helebê şkence li wan tê kirin: 1000
Koçberkirin
Koçberên ku ji Helebê derketine: Herî kêm 160 hezar
Koçberên ku ji Reqa û Tebqayê derketine: Herî kêm 100 hezar
Dorpêçkirina Bajaran
Kobanî: Dorpêçê mehek derbas kiriye
Hisîça (Hesekê): Siyaseta birçîkirina bi zanebûn heye
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse