Serok Barzanî: Divê qanûnên wekî Madeya 140î û petrolê werin derxistin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tom Barrack Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ragihand ku divê hikûmeta bê ya Îraqê pêbendî bicihkirina destûrê û prensîbên federalîzmê be û got, “Divê qanûnên wekî Madeya 140î û petrolê û gazê werin derxistin.”

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack qebûl kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî amade bû.

"Pêwîstiya me bi nêrînên Serok Barzanî heye"

Tom Barrack kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re anî ziman.

Wî spasiya rola Serok Barzanî kir ku rê li ber belavbûna şer û aloziyan girtiye.

Her wiha hewlên Serok Barzanî yên ji bo aramiya Sûriyeyê û serkeftina peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bilind nirxand.

Tom Barrack diyar kir ku divê ji bo pirsgirêkên Îraqê jî sûd ji nêrîn û şîretên Serok Barzanî were wergirtin.

Barrack destnîşan kir ku welatê wî dixwaze Îraq xwedî serweriya xwe be.

Li gorî gotina wî, di vê çarçoveyê de girîng e ku Amerîka bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di nav pêwendî û şirîkatiyê de be.

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê tim aştiyê dixwaze

Serok Barzanî jî qala dîrok û xebata gelê Kurdistanê û wan komkujiyên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin kir.

Serok Barzanî diyar kir ku gelê Kurdistanê tim daxwaza aştî û pêkvejiyanê kiriye û xwestiye ku pirsgirêk dûrî tundiyê werin çareserkirin.

Serok Barzanî li ser mijara Îraqê jî destnîşan kir ku pêbendbûna bi destûrê û prensîbên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê dê wisa bike ku Îraq bi pêş ve biçe.

Wî da zanîn ku berjewendiya gelên Îraqê di bicihkirina destûrê û serweriya Îraqê de ye.

Bi gotina Serok Barzanî divê Îraq bi hemû cîranên xwe re xwedî berjewendiyên hevbeş be û şirîkatiya di navbera Amerîka û Îraqê de li ber çavan bê girtin.

"Divê Qanûna Petrol û Gazê were derxistin"

Serok Barzanî tekez kir ku divê hikûmeta bê ya Îraqê pêbendî bicihkirina destûrê û prensîbên federalîzmê be.

Wî eşkere kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê qanûn ji bo wan mijaran werin derxistin ku hîn nehatine çareserkirin û ji bo paşeroja gelên Îraqê gelekî girîng in.

Serok Barzanî Qanûna Petrol û Gazê, Madeya 140î û wan qanûnên ku bi bicihkirina federalîzma li Îraqê ve girêdayî ne wekî pêngavên girîng destnîşan kirin.

Postên Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê

Serok Barzanî li ser mijara Serokkomariya Îraqê diyar kir ku ev post para Kurdistanê ye û got:

“Ji ber vê yekê, divê mekanîzmayeke guncav ji bo diyarkirina namzedê Serokkomariyê hebe ku îradeya xelkê Kurdistanê nîşan bide.”

Serok Barzanî li ser mijara Serokwezîrê Îraqê jî bal kişand ser parastina berjewendiyên Îraqê.

Wî ragihand ku Çarçoveya Hevahengiyê biryarê dide bê ka dê kî bibe namzedê postê Serokwezîriyê.

Serok Barzanî got, "Ji bo me girîng e ku Serokwezîr pêbendî destûrê û prensîbên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê be."

Pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Serok Barzanî hêvî kir ku pirsgirêkên herêmê bi awayekî aştiyane werin çareserkirin û herêm ji şer û aloziyan dûr be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst