Li Kifriyê bi dehan darên kevnar hatin birîn

2 demjimêr berê
Nîşan Kifrî Birîna Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê qezaya Kifriyê ya Germiyana Başûrê Kurdistanê gelek darên şîn ên kevnar hatin birîn.

Temenê hinekan ji van daran zêdetirî 20 salan e.

Serokê Şaredariya Kifriyê dibêje ku ew dê giliyê kesên ku dar birîne bikin.

"Zêdetirî 300 darî hatine birîn"

Çalakvanên navçeya Kifriyê ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Germiyanê ya Silêmaniyê ve, diyar kir ku zêdetirî 300 daran hatine birîn.

Çalakvanan li ser mijarê got:

"Temenê wan zêdetirî 20 salan e. Ev dar destpêka salên 2000î wekî kembereke kesk ji bo Kifriyê hatibûn çandin."

Serokê Şaredariya Kifriyê Elî Xurşîd ji Rûdawê re go:

"Em dê îro herin cihê birîna daran û bi polîsên daristanê re dest bi lêkolînê bikin."

"Ne bi carekê re hatine birîn"

Elî Xurşîd li ser hejmara darên ku hatine birîn jî agahî dan û got:

"Gelek dar hatine birîn lê ne şert e ku hemû bi carekê re hatibin birîn.

Berê jî hinek ji wan daran hatibûn birîn û hemû ji aliyê kesekî ve nehatine birîn."

Serokê Şaredariya Kifriyê amaje pê kir ku ew dê wekî aliyekî hikûmetê îro giliyê kesên ku dar birîne bikin.

Xurşîd her wiha destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê ji bo dîtina tometbaran lêkolîneke hûr dikin.

Cezayê birîna daran

Li gorî zagonên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê, cezayê birîna daran ji 3 milyon dînaran heta 5 milyon dînaran e.

Her wiha hinek caran cezayê zindanîkirinê jî tê dayîn lê nabe ku dema wî cezayî ji salekê zêdetir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst