Berf û baranê bendavên Kurdistanê vejandin

20 demjimêr berê
RÛDAW
Bendava Gomespanê ya Hewlêrê / Wêne: Rûdaw
Bendava Gomespanê ya Hewlêrê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Berf û Bana Kurdistan Bendav Av
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêla berf û baranê ya vê dawiyê bandoreke erênî li ser asta avê di bendavên her çar parçeyên Kurdistanê de kir.

Li Bendava Simaqûliyê ya li sînorê Hewlêrê dîmeneke balkêş tê dîtin; ciwan li ber deriyê bendava ku av di ser re dirije mijûlî girtina masiyan in.

Birêvebirê Avdaniyê yê Koyeyê Newa Mihemed ji Rûdawê re got:

"Bendav salane bi awayekî gelekî baş av di ser re davêje û sûdeke wê ya mezin ji bo avdaniya gundên xwarê heye.

Îsal ji ber pêla berf û baranê, bendav gelekî zû av di ser re avêt."

Bendava Dêwaneyê ya li Derbendîxanê jî ji ber baranê tijî bû av di ser re avêt.

Li aliyê din, di Bendava Dokanê de ku şiyana wê ya komkirina 7 milyar metre sêca avê heye, niha nêzîkî milyarek û nîv metre sêca av heye.

Bendava Dihokê jî yek ji wan bendavan e ku barana hefteya borî rêjeya ava komkirî tê de zêde kiriye.

Pêla baranê tenê li Başûrê Kurdistanê nebû; li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî dîmenê bendavan di bin berfê de dilrevîn in.

"Sûda bendavan ji bo avdaniyê heye"

Pisporê Çandiniyê Dr. Luqman Muftî behsa girîngiya bendavan kir û got:

"Sûdên bendavan destpêkê bi rêya avdaniyê ji bo kerta çandiniyê ye.

Her wiha sûda wê ya rasterast ji bo xelkê, xwedîkirina masiyan, geştyarî, ava bin erdê û başkirina avhewayê heye."

Li gorî amaran, tenê li Herêma Kurdistanê di vê demsalê de zêdetirî 500 milyon metre sêca av di bendavan de hatiye komkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst