PAK: Şikandin goran tawaneke li dijî mirovahiyê ye

23-05-2020
RÛDAW
Nîşan PAK Şikandina Goran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê êrişên li dijî  goran de daxuyaniyek da û ragihand ku li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê di van çed salên dawî de gelek êriş li dijî goran hatine kirin û êrişkirina goran tawaneke li dijî morpvahiyê ye.

PAKê di daxuyaniyekê de ragihand ku li Wan, Amed, Mûş, Colermêrg û navçeya  Hezex a Şirnaxê, gelek gorên gerîlayên PKKê di demên cuda de bi êrîşan hatine şikandin û xerakirin., hatine şikandin û têkbirin û li bajarê Aydin ê Trkiyê jî hinek gorên Elewîyan di encama êrîşan de hatine xerakirin.

PAKê bi bîr xist ku li mezraya Mihoka ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê gora 300 salî yê Hesen Begê Êzidî di encama êrîşekê de hate xerakirin û çend minakên din ên êrişên li dijî goran dide:

“Li Yolveren a  gundê  Elihê ku gundê  Êzidîyan e, di encama êrîşekê de gora Sara Gîn ê Pîrê Êzidiyan hate şikandin. Li  herêma Mara  ya bajarê Semsûrê, di encama êrîşeke li ser Mezelên Suryaniyan de kevirê mezelan hatin şikandin. Li navçeya Farqîn a Amedê, cendirmeyan telefonî malbatan kirin û gotin divê hûn wan herfên q, x û w yên li ser mezelan rabikin. Heger hûn vê nekin em dê mezelan ji binî ve xera bikin.

Di roja 19yê Çileyê Pêşîna 2017an de ji gorên ku navê Mezelên Garzanê lê hatiye kirin, ku  li taxake Oleka Jor a Bedlîsê ye, 282 gor hatin vekirin û ji bo Stenbolê hate şandin. Li  Adlî Tip a Stenbolê ji van 282 mezelan, hestiyên 261 kesan, cuda cuda xistin nava qutiyên plastîk û li Mezelên Kîlyos a Stenbolê di bin resîfên li kêleka rê hatin binaxkirin. Çend roj berê wêne û nûçeyên wan mezelan di çapemenîyê de belav bibûn.”

PAK dibêje dibêje ew êrişên li dijî goran bi awayekî plankirî hatine encamdan ku hinek netew û ol û mezheb ji xwe re kirine armanc.

Di beşeke din a daxuyaniya PAKê de hat gotin: “Êrîşkirin û xerakirina goran, berî her tiştî, binpêkirina hemû nirxên wîcdanî, mirovî û olî ne, tune hesibandina hemû nirxan e. Êrîşa li dijî goran herwiha li gorî qanûnên Tirkiyê û li gorî hiqûqa navnetewî jî sûc e.”

PAK ji hikûmeta Tirkiyê dixwaz dike ku ew kesên êrişa goran kirine bila bêne girtin û derbikevin pêşberî dadgehê û bila hemû tedbîrên pêwîst werin girtin da ku êrîşên nû li dijî  goran neyê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst