Nêçîrvan Barzanî ​û Konsulê Fransayê civiyan

23-06-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Yann Braem Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem rewşa Rojhilata navîn gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de, derbarê bipêşketinên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn û eger û encamên şer û pevçûnan li ser rewşa herêmê û aramî û seqamgîriya navçeyî û navnavneteweyî, bîr û raman hatin guhartin û behsa metirsiyên egera zêdetir berfirehbûna aloziyan hat kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her alî li ser girîngiya hewldanên ji bo aramkirina rewşê û rawestandina şer û pevçûnan hemfikir bûn.

Her wiha tekezî li ser helwesta Fransa û Herêma Kurdistanê kir ku rê li ber belavbûna zêdetir a aloziyan bê girtin û pirsgirêk û nakokî bi rêya diyalog û rêyên dîplomatîk bên çareserkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Konsulê Fransayê Yann Braem derbarê hewldanên Fransa û Serokkomarê Fransayê Macron ên ji bo rawestandina şer û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan zanyarî da.

Bream di hema çarçoveyê de bal kişan ser hewldanên Fransayê yên di çarçoveya Troykaya Ewropî de ji bo rêgirtina li berfirehbûna rewşê û vegera aliyan ji bo diyalog û rêyên çareseriya dîplomatîk.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêwendiyên Fransayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hejmarek pirsên girîng ên hevbeş, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst