Li Keleha Aspeşînê xebatên kolan û restorasyonê didomin

23-09-2025
Necmî Orta
Keleha Aspeşînê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Keleha Aspeşînê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Keleha Aspeşînê Wan Restorasyon
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Li Keleha Aspeşînê ya li navçeya Payîzavayê ya Wanê ku yek ji avahiyên herî bi heybet ên serdema Urartûyan e, xebatên kolan û restorasyonê didomin.

Li Wanê ku bi dewlemendiyên xwe yên dîrokî û çandî derdikeve pêş, ew keleha kevnar a ku şopên şaristaniya Urartûyan li ser e, ji bo cîhana zanistê û meraqdarên dîrokê, dibe navendeke girîng.

Keleha Aspeşînê ku sedsala 8an a berî zayînê ji aliyê Keyê Urartûyan Sardûrî II. ve hatiye çêkirin, hem navendeke leşkerî hem jî navendeke jiyana sîvîl bû.

Avahî ji du beşan pêk tê, Keleha Jêrîn ku li bakur e û Keleha Jorîn ku li başûr e, yek ji mînakên herî xweş ên mîmarî û endezyariya Urartûyan e.

Her sal di xebatên ku ji aliyê tîmên pispor ên arkeolog, dîroknas û pisporên restorasyonê ve tên kirin de, tê armanckirin ku heybeta kelehê derxistina holê.

Bi kûrkirina kolandinan re, seramîkên ji serdema Urartûyan, bermahiyên mîmarî û berhemên curbecur ên ku jiyana rojane ronî dikin, derdikevin holê.

Xebatên restorasyonê jî bi baldarî têne kirin da ku beşên kelehê yên ku xerab bûne li gorî reseniya xwe werin nûkirin û ji nifşên paşerojê re werin ragihandin.

Bi tamîrkirina dîwaran, xurtkirina avahiyan û rêzkirina derdorê re, tê armanckirin ku keleh ji bo mêvanan ewletir bibe.

Dîmen: Zafer Avnaş / Nûçe: Necmî Orta

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst