MEHABAD - Ji bo ku zarok ji xwendinê mehrûm nemînin xelk bû yek

23-09-2025
RÛDAW
Alîkariyên ku hatine komkirin /Wêne: Ji vîdeoyê
Alîkariyên ku hatine komkirin /Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Alîkarî Xwendin Mehabad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi destpêkirina sala nû ya xwendinê re, ji aliyê komeke xêrxwaz ve kampanyayeke berfireh ji bo alîkariya xwendekarên hejar hat destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de, pêdiviyên dibistanê ji bo 1700 xwendekaran hatin amadekirin.

Amadekariyên ji bo Sala Nû ya Xwendinê

Pêdiviyên xwendinê di bin navê “Kempanyay Hêviya Dahatû” ji bo xwendekarên malbatên hejar, kêmderamet, sêwî û yên rewşa wan a aborî ne baş e, tên amadekirin.

Endamê kampamyaya Hêviya Dahatû Hesen Seîd Hadî got:

“Wekî her sal, bi alîkariya xêrxwazên bajarê Mehabadê, me ji bo hezar û 700 xwendekarên bajarê Mehabadê amadehî kiriye.

Ji çente, defter, cizdan, cil û berg, pênûs, xêzkeş û her tiştê ku pêdiviya xwendekarekî li dibistanê pê hebe heta ji destê me hat me hewl da ku em tiştên herî baş ji wan re bikirin.”

Piştgiriyeke Berfireh

“Kampanyaya Hêviya Dahatû” ji rêxistin û çalakvanên xêrxwaz ên bajarê Mehabadê pêk tê.

Armanca kampanyayê berhevkirina pere û kirîna pêdiviyên xwendinê ji bo xwendekarên malbatên kêmderamet e, da ku ew jî bikaribin bi cil û berg, çente û pêdiviyên nû dest bi sala nû ya xwendinê bikin.

Berpirsê Kempanyaya Hêviya Dahatûyê Sohrab Nadirî jî wiha axivî:

“Beriya her tiştî me li ser torên civakî behsa vê mijarê kir. Diyar e ku xelk bi hawara me ve hat. Beşek li herêma Mukriyanê.

Piştre jî wekî mînak bazariyan, firoşkarên giştî û yekane yên bajarê Mehabadê, barkêşên bajêr, kamyonvan û heta mamostayên olî û yên nimêja înê jî pere ji bo Kampanyaya Hêviyya Dahatûyê dan û kom kirin.”

Di vê kampanyayê de ji bo hezar û 700 xwendekaran hemû pêdiviyên xwendinê û ji bo 500 xwendekarên din jî beşek ji pêdiviyên xwendinê hatin dabînkirin.

Endama kanpanyayê Perşan Qelenderî dibêje, “Îsal komeleyên xêrxwaziyê li hev kom bûn û dest dan hev.

Bi dilxweşî, cara yekem e li herêma Mukriyanê û bajarê Mehabadê me karî wekî komeke hevgirtî vî karê baş bi pêş bixin.”

Kampanyaya xêrxwaziyê ya ji bo alîkariya xwendekarên

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst