Parlamenterê DEM Partiyê: Nêzîkatiya li hemberî Filistîn û Kurdistanê nijadperestiya durû ye

23-09-2025
RÛDAW
Nîşan Sînan Çîftyurek Filîstin Dewlet Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek, bertek nîşanî helwesta welatên Rojava ya derbarê naskirina dewleta Filistînê û dijberiya li hemberî xweseriya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê da.

Sînan Çîftyurek ev helwest wekî "nijadperestiya durû" bi nav kir.

“Ji Filistînê re dewlet, ji Kurdan re xweserî jî 'dabeşkerî' ye”

Çîftyurek di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de bal kişand ser naskirina dewleta Filistînê ji aliyê welatên Rojava ve û got:

"Ji Filistînê re dewleta serbixwe! Dema dor tê Kurdistanê, dibêjin 'Xweserî, Sûriyeyê parçe dike. Cudaxwazî dê berbilav bibe'. Ev bi xwe nijadperestiya durû ye."

Parlamenterê DEM Partiyê amaje pê kir ku welatên Rojava dema 22 dewletên Ereb hene, ya 23yan jî wekî dewleta Filistînê li pey hev nas dikin û got, "Bila nas bikin!"

“Rota we berjewendiyên we yên emperyalîst in”

Çîftyurek rexne li siyaseta Rojava ya li hemberî Kurdan girt û wiha domand:

"Lê dema dor tê gelê Kurd, ne ku tenê dewleta serbixwe ya Kurdistanê, hûn xweseriya li Rojavayê Kurdistanê jî bi hinceta 'Sûriye dê parçe bibe' li gel Heyeta Tehrîr Şamê (HTŞ) nîqaşa tasfiyekirinê dikin.

Tê dîtin ku rota we her tim berjewendiyên we yên emperyalîst ên qirêj diyar dikin."

"Banga wekheviyê: Kurdistan û Filistîn"

Sinan Çîftyurek di dawiya peyama xwe de bangê welatên Rojava kir û got:

"Banga me ji van dewletên Rojava re ev e, bi awayekî wekhev nêzîkî Kurdistan û Filistînê bibin!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst