Şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê: Wezaretê daxuyanî da

23-10-2023
Nîşan Pêşmerge Artêşa Îraqê Mexmûr Şer û Pevçûn Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmergeyan li ser şer û pevçûnên Pêşmerge û artêşa Îraqê yên li Mexmûrê daxuyaniyek da.

Doh saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derket.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê da zanîn ku 12 Pêşmerge bi birîndarî rakirine Nexweşxaneya Rojavayê ya li Hewlêrê.

Peyam Serbestê destnîşan kir ku Pêşmergeyê bi navê Hawrê Cewher Ferhad li vê nexweşxaneyê şehîd ketiye û birînên Pêşmergeyekî jî xedar in.

Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Dolemerî jî amaje pê kir ku artêşa Îraqê şer daye destpêkirin û Pêşmergeyan bersiv daye êrişa wan.

Dolemerî destnîşan kir ku herî kêm 12 leşkerên artêşa Îraqê hatine kuştin û birîndarkirin.

Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku ev şer û pevçûnên doh ên li Mexmûre “xemnak” in û ji her du aliyan qurbanî hene.

Wezareta Pêşmergeyan di destnîşan kir, “Em dupat dikin ku em ji bo aramî û ewlehiya tevahiya Îraqê amade ne bi hikûmeta federal re bixebitin.”

Wezaretê herwiha da zanîn ku wan biryar daye li ser wê bûyerê lêkolîneke zelal were kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst