Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civîna xwe ya îro di daxuyaniyekê de êrîş û bombebaranên li ser Herêma Kurdistanê “bi tundî” şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Federal a Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî kir ku sînorekê ji bo van êrîşan daynin.
Civîna heftane ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê birêve çû. Piştî civînê Encûmena Wezîran daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê binpêkirina berdewam a serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê, “bi tundî şermezar dike û bang li hikûmeta federal, Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî dike ku sînorekê ji bo van êrîşan daynin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike û daxwaz ji welatên cîran dike ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bigirin. Divê Hikûmeta Federal, Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî bi giştî helwesteke cidî nîşan bidin û sînorekê ji van binpêkirin û êrîşan re daynin û êdî nehêlin serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were binpêkirin. Di heman demê de Encûmena Wezîran teqezî li ser helwêsta neguhertî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku rê nedaye û nahêle asayîşa welatên cîran bi rêya herêmê were têkbirin û hemû îdiayên di vê derbarê de red dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse