Hatîmogullari: Di 10 mehan de 246 jin hatin kuştin

23-11-2025
Nîşan Tulay Hatîmogullari Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku di nava 10 mehan de 246 jin hatin kuştin.

Hatîmogullariyê bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û derbarê pêvajoya çareseriyê de jî got, "Tevî dijberan jî em dê xebatên xwe bidomînin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), di çarçoveya 25ê Çiriya Paşîn Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, li Dîlokê civîneke jinan li dar xist.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî beşdarî civînê bû.

Tulayê di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku jin wekî keda bêewle û erzan tên dîtin û got:

"Sîgortaya jinên kedkarên malê jî nîne. Jin li malê jî dixebitin, ji bo vê yekê divê dewlet sîgortayê bide hemû jinan û dema wextê wê hat mûçeyê malnişiniyê bide wan.

Eger li her qadê em hilberîner bin, divê em birêvebir jî bin."

"Di 10 mehan de 246 jin hatin kuştin"

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê diyar kir ku di 10 mehên dawî de 246 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û got:

"Ji bo hew qas jinan jî dibêjin 'mirina bi guman.' Dewlet ser kuştina jinan digire.

Rêya rizgarbûna ji van hemûyan heye, divê em xwe zêdetir bi rêxistin bikin.

Heger Peymana Stenbolê bihata pêkanîn, heger qanûna bi hejmar 6284ê bi awayekî bibandor bihata pêkanîn, me dê ev qas tundiya li hemberî jinan nedîta."

"Tevî dijberên pêvajoyê jî em dê bixebitin"

Hatîmogullariyê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şandeya ku dê bi biryara Komîsyonê biçe Îmraliyê û diyar kir ku "ev biryareke dîrokî ye” û xwe lê berda:

 “Li erdnîgariyeke ku ev qas êş lê hatine jiyîn, em ji bo paşeroja Tirkiyeyê vê pêvajoyê baş û girîng dibînin.

Bi banga ku Birêz Ocalan kir, PKKyê bersiveke gelekî erênî da. Niha hêviya me ew e ku komîsyon here giravê û qanûnên ku tên payîn bên amadekirin.

Em naxwazin êdî hevrêyeke me ya jin di girtîgehê de bimîne. Em di şexsê Fîgen Yuksekdag, Ayşe Gokkan û Leyla Guvenê de silavên xwe ji hemû girtiyên jin re dişînin.

Tevî hemû dijberên pêvajoyê jî em dê ji bo serkeftina vê pêvajoyê tim xebatên xwe bidomînin.

Kirdeya herî girîng a vê yekê jin in. Li van axan tevgera jinan a herî zindî ye. Em dê xwe zêdetir bi rêxistin bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst