Li Siwêregê qeza: 2 kes mirin û kesek birîndar bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Barhilgira ku Huseyîn Çelîkê 29 salî diajot û otomobîla ku Halît Aydinê 70 salî diajot li ser rêya Siwêreg-Semsûrê li hev qelibîn.

Di qezayê de şofêrê otomobîlê Halît Aydin û Bekir Çiplakê 92 salî yê ku di otomobîlê de bû bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn qezayê bûyerê.

Tîmên agirvemirandinê Aydin û Çiplak ji nav otomobîlê derxistin.

Tîmên tenduristiyê hemû midaxeleyên pêwîst kirin kê her du li cihê qezayê mirin.

Şofêrê barhilgirê Huseyîn Çelîk jî di qezayê de birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Huseyîn Çelîk bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst