Endamê Komîteya PDKyê: Em dikarin bêyî YNKyê hikûmetê ava bikin

23-11-2025
RÛDAW
Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Aras Heso Mîrxan/Wêne: Rûdaw
Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Aras Heso Mîrxan/Wêne: Rûdaw
Nîşan Aras Heso Mîrxan PDK YNK Hikûmeta Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Aras Heso Mîrxan diyar kir ku her çiqas hevparê wan ê sereke ji bo avakirina hikûmetê YNK be jî lê ew dikarin bêyî wan jî hikûmetê ava bikin.

Mîrxan her wiha amaje bi wê yekê kir ku Nifşê Nû amade ye beşdarî Kabîneya 10emîn a hikûmetê bibe.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Aras Heso Mîrxan beşdarî bultena Nîvro ya Rûdawê bû û li ser avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.

Mîrxan li ser hevdîtina Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî ragihand, "Bêhtir wekî şêwirîn, pevguhertina nêrînan û pêşkêşkirina hinek pêşniyaran bû."

Doh Serok Barzanî li Pîrmamê Nûrî Malikî qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di civînê de behsa encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û qonaxa piştî hilbijartinan hat kirin.

Avakirina hikûmeta Îraqê

Aras Heso Mîrxan diyar kir dan û standinên avakirina hikûmeta nû ya Îraqê hîn di destpêkê de ne û "di çend rojên bê de dê civîneke me ya serkirdayetiyê bi rê ve biçe û tê de behsa hûrgiliyan (ji bo avakirina hikûmeta Îraqê) were kirin."

Wekî ku Mîrxan da zanîn ku ji bilî Nûrî Malikî, dê bi serkirdên aliyên din ên Şîe re jî dan û standinên wan hebin û got:

"Dema ku Hevpeymaniya Şîe namzedê xwe (ji bo posta serokwezîriyê) diyar bike û li ser namzedekî li hev bikin dê dan û standin cidî bibin."

Aras Heso Mîrxan li ser helwesta PDKyê ya ji bo beşdariya di avakirina hikûmeta nû de dibêje, "Bi qasî ku daxwazên me yên cidî hene, daxwaza me ya postan di hikûmeta Îraqê de nîne."

Wî endamê Komîteya Navendî ya PDKyê ji bo bipêşvebirina dan û standinên avakirina hikûmetê yên bi aliyên Îraqî re amaje bi wê yekê kir:

"Gava yekem em dê komîteyeke dan û standinan ava bikin û karnameyeke xebatê (ji bo hikûmeta bê) diyar bikin û bi wê karnameyê biçin Bexdayê."

Li gorî encamên fermî yên Komîsyonê yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, PDKyê 27 kursiyên parlamentoyê bi dest xistine û YNKyê jî 18 kursî.

Aras Heso Mîrxan ew yek jî eşkere kir, "Bê guman em dê bi YNKyê re biaxivin da ku (bi hev re) karnameyeke (kaxez) Kurdî amade bikin ji bo dan û standina bi aliyên Bexdayê re."

Mîrxan amaje bi posta serokkomariyê kir û got, "Behsa wê yekê tê kirin ku vê carê namzedê PDKyê ji bo serokkomariyê hebe lê heta em neçin civîna serkirdayetiyê û nebe biryar, em nikarin (piştrast bikin)."

Di xulên borî de posta serokkomariyê para Kurdan bû lê li ser pişka YNKyê.

Aras Heso Mîrxan dibêje, çavê wan li posta Serokkomariya Îraqê ye û bi nêrîna wî PDK ya ku di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de dengê yekem li ser asta aliyên Kurdistanî bi dest xistiye, mafê wê heye ku daxwaza posta serokkomariyê bike.

9ê Çiriya Paşîn 2025an dengdana taybet û du roj şûnda jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê hat kirin.

"Nifşê Nû amade ye beşdarî hikûmetê bibe"

Zêdetirî salekê ye hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin lê heta niha PDK û YNK li ser pêkhînana Kabîneya 10emîn a hikûmetê li hev nekirine.

Mîrxan got, "Me negotiye em dê bikin lê em dikarin bêyî YNKyê û bi aliyên din re hikûmetê ava bikin."

Li gorî gotina Aras Heso Mîrxan, PDKyê bi aliyên din ên serkeftî re axiviye û ew amade ne beşdarî avakirina kabîneya nû ya hikûmetê bibin û wiha anî zimên:

"Em ji YNKyê re dibêjin eger hûn neyên, em dê hikûmetê ava bikin lê em bawer dikin ku YNK dê were."

Mîrxan her wiha eşkere kir, "Nifşê Nû gotiye ku ew amade ye beşdarî hikûmetê bibe.

Lê heta em civîna serkirdayetiyê nekin, em hûrgiliyan nadin derve, heta em bi YNKyê re jî dan û standinan nekin û jê bêhêvî nebin, em tiştekî nakin."

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an hatibûn kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 39 kursiyan herî zêde kursî bi dest xistibûn.

Piştî wê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 23 kursî û Tevgera Nifşê Nû 15 kursî bi dest xistibûn.

Aras Heso Mîrxan behsa wê yekê jî dike, hevparê wan ê sereke ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê YNK û wiha domand:

"Em bawer dikin ku eger em bi YNKyê re yekdeng bin û li hev bikin, em dikarin li Bexdayê jî bi hêztir bin û daxwazên me baştir bên bicihanîn.

Loma Cenabê Serok her tim tekezî li wê yekê kiriye, em berjewendiyên hizbî deynin aliyekî da ku em bikaribin bi YNKyê re li hev bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst